• Serhildana gelan ji 16’ê Îlonê ve li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê dewam dike. Piştî bidarvekirina 2 xwepêşanderan, rejîma Îranlê dest bi bêserûşûnkirina xelkê jî kir. Herî dawî hêzên rejîma Îranê li Ciwanro ya ser bi Kirmaşanê, Mele Seyfulla Huseynî revand. 

Rejîma Îranê li dijî raperînê, zilma xwe dewam dike. Hêzên rejîmê li Ciwanro Mela Seyfulla Huseynî revand û li Kirmaşanê 86 kes kirin nezaretê.

Rejîma Îranê her diçe, êrişên xwe yên li dijî raperîna xelkê, dijwartir dike. Di nava 4 rojên bihurî de rejîmê Mohsen Şekarî û Mecîdreza Rehneveder ji ber xwepêşandanan bi dar ve kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, ew berê xwe dide kesên xuya yên nava civakê. Ji ber wê jî, hêzên rejîma Îranê Mela Seyfulla Huseynî, piştî nimêja li mizgefta Xatem El Embiya ya bajarê Ciwanro yê ser bi Kirmaşanê, revandin û bi aqûbeta wî jî nayê zanîn.

Xelkê rojhilatê kurdistanê, nerazîbûna xwe bi dewamkirina raperînê nîşan dide. Li bajarê Kirmanşanê xelkê bajar meşek li dar xist û hêzên rejîmê êrişê meşê kirin. Di encama êrişê de, hêzên rejîmê 86 kes kirin nezaretê.  

 

3 meh in pêla raperînê bihêztir dibe

Serhildana gelan ji 16’ê Îlonê ve dewam dike. Gelek cezayê darvekirinê li xelkê hatin birrîn, herî kêm du kes jî hatin bidarvekirin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bêhtirî 450 kesî hatine kuştin û bi hezaran kes birîndar bûne. Hejmara kesên girtî li gorî hin rêxistinên muxalif ên li derveyî Îranê ji 18 hezaran bihuriye. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku pêr ciwanê li bajarê Serdeştê hêzên îtlaetê bi êşkenceyê Şehriyar Adelî şehîd kirin, hejmara şehîdan bû 125. Hejmara welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê ew girtine jî ji 6 hezar û 500´î bihurî. Lê hê jî rejîma Îranê hewl dide serhildana gelan biçewisîne û li ser agir e.

Rejîma Îranê pêr ciwanê bi navê Mecîdreza Rehneverd darvekir. Mecîdreza Rehneverd 24 rojan bi hinceta ku tevlî xwepêşandanan bûbû hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan jî xwepêşanderê bi navê Mohsen Şekarî hatibû bidarvekirin.

 

Zilma dewletê raperînê sor dike

Li bajarên Şîraz û Meşhedê li dijî bidarvekirinan xwendekarên jin meşiyan.

Li hinek zanîngehên Îranê jî çalakî û greva xwendekaran bênavber dewam dike. 

Di çalakiyan de herdu xwepêşanderên hatine bidarvekirin, hatin bibîranîn.

18 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, bi nameyeke vekirî bidarvekirina xwepêşanderan şermezar kir û bang kir da ku înfazkirina bidarvekirinan bê rawestandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi taybetî li bajarê Şino, tê gotin hejmara xwepêşanderên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn, bûye 6. 

Navên kesên cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn ev in; Şehram Merûf Mula, Karwan Şahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîdî, Ferzad û Ferhad Tehezade.

Li bajarê Merîwanê Rojhilatê Kurdistanê merasîma çilê Nesrîn Qadirî ya ku di xwepêşandanên Tahranê de jiyana xwe ji dest da bû, wê were kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN