Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn. Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan bê navber dewam dikin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê, li herêma Bêtuş ya ser bi Serdeştê, êrişî komek kolberan kir.

Çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolber Soran Kanî birîndar bû. Soran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Qeladizê ya Herêma Kurdistanê. Kolbernewsê wekî din got, kolberê bi navê Celîl Zînî ji bilindahiya çiya ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Celîl Zînî rakirin nexweşxaneya Serdeştê.

NAVENDA NÛÇEYAN