Rejîma Îranê dor li Ciwanro girtiye

În 13 Çile 2023 - 00:31

MOJDA KIRMANŞANÎ

 

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji 16´ê Îlona 2022´yan ve tevî zextan di meha xwe ya çaran de didome. 

Piştî serhildanên xurt û komkujiyên dewleta Îranê yên li bajarê Ciwanroyê, Rojhilatê Kurdistanê, rejîmê hêzeke zêde şande vî bajarî. Vê hêzê di çileyê şehîdên  serhildanê de jî êrişî xelkê kir û welatiyekî din şehîd kir. 

 

Telefon tên kontrolkirin

Kesê bi navê F. M. der barê rewşa dawî ya li bajêr de got; “Ez ji bo tedawiyê çûm bajarê Kirmaşanê. Dema em hatin ber nuqteyeke kontrolê, em rawestandin, wesayît û telefona hevjîna min kontrol kirin. Hesabên wê yên li ser malperên tora dijîtal kontrol kirin. Ji me pirsîn ka em bi aliyekî re têkiliyê datînin yan na. Hêzên rejîmê û polîsên bi cil û bergên sivîl li seranserî bajar tên dîtin.”

 

Aqûbeta wan nayê zanîn

B.M ya li bajarê Ciwanroyê hiqûqnas e, behsa zextên derûnî kir û got, “Malbatên pirraniya xwepêşanderên tên girtin, nikarin dengê xwe dibin bihîstin û nûçeyên xwe bi medyayê re parve bikin. Bi dorpêçê re hatin û çûyîna eşyayan nîne, buha pirr zêde ne û xelaya xurekê, jiyana mirovan dijwar dike. Ya herî xerab jî xort û jinên ciwan û zarok tên girtin û aqûbeta hejmarek zêde ji wan nayê zanîn.”

 

Li malbatan dixin

Derûnnas N.A. jî got; “Dorpêçkirina Ciwanroyê û bicihkirina hêzên leşkerî li nava bajêr, ji bo dayik û bavan veguherî xewnereşkekê. Ev bû sedama zêdebûna hejmara miriyan. Hêzên rejîmê di saetên sibehê de bi awayekî hovane êrişî malan dikin. Jin û mêran digirin. Li dayik û bavên navsere dixin gava ew dixwazin pêşiya vê yekê bigrin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.