Rejîm li Kurdistanê dagirker e

Şemî 19 Mijdar 2022 - 02:01

  • Kurê şehîd Xefûr Mewlûdî di dema veşartina cenazeyê bavê xwe de got, “Rast e, rejîm li Tehranê faşîst e, li Kurdistanê jî dagirker e.” Doh piştî nimêja înê, li seranserê Îranê û nexasim li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên şoreşê dewam kirin.    

Doh piştî nimêja înê, li seranserê Îranê û nexasim li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî rejîmê dewam kirin. Li Mehabadê xelkê li ser rêyan bend danîn û li ber bendên xwe nobet girtin. Li Bokanê di çalakiyan û merasîmên cenazeyên şehîdan de peyama, rejîm li Kurdistanê dagirker e hat dayîn. Pêr bi şev jî di êrişên rejîmê de gelek kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.

Hêzên rejîma Îranê li Seqizê pêr bi şev Ebdulrahman Bextiyarî yê 66 salî şehîd kirin. Ebdulrahman Bextiyarî li ser rêya mala xwe bû gava hat şehîdkirin. Ebdulrahman Bextiyarî pêr bi şev di erebeya xwe de bû gava hêzên rejîmê êrişî wî kir.

Ebdulrahman Bextiyarî ji xizmeta perwerdeyê ya li Seqizê teqawîtbûyî bû. Şeva êrişê ew ji merasîmeke dawetê ya xizmekî xwe vedigeriya mala xwe. Hêzên rejîma Îranê li ser Rêya Saedî êriş birin ser wî. Hêzên rejîmê cenaze revandin û li goristana Selahedîn Eyûbî ya li bajêr veşartin. 

 

Li Sine 2 kes hatin şehîdkirin

Li aliyê din di dema xwepêşandanên pêr êvarê de hêzên rejîmê li Sine Şaho Behmanî û Aram Hebîbî şehîd kirin.

Herdu welatî jî di dema merasîma çilrojiya şehîdbûna Peyman Menbarî, Dara Elîzade, Yehya Rehîmî û Mihemed Amînî de hatin şehîdkirin.

Rayedarên rejîma dagirker cenaze revandin.

Hat zanîn ku xelkê jî xwe parastiye û ji hêzên rejîmê herî kêm kesek hatiye kuştin.

Pêr li Bokanê jî di çarçoveya xweparastinê de du endamên hêzên rejîmê hatibûn kuştin.  

 

Mîlad Merûfî şehîd bû

Li aliyê din Mîlad Merûfî yê ji Bokanê, pêr di êrişa hêzên rejîmê de birîndar bûbû. Hat zanîn ku doh êvarkî Mîlad Merûfî ji ber birînên xwe şehîd bû.

 

Li Tehranê faşîst e li Kurdistanê dagirker e

Hêzên rejîmê li Bokanê Xefûr Mewlûdî şehîd kiribûn. Kurê wî ji xwepêşanderêan re peyivî û got, “Rast e rejîm li Tehranê faşîst e, lê li Kurdistanê jî ew dagirker e.”

Di nava hêzên Rojhilatê Kurdistanê de gelek kes vê fikra hanê parve dikin û dibêjin, heger muxalefeta li dijî rejîmê ya niha vê rastiyê nebîne, wê şaşiyên 1979´an dubare bike. 

 

Li Mehabadê bend hatin danîn

Doh piştî nimêja înê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî li dijî rejîma Îranê hatin lidarxistin.

Li Mehabadê xelkê li ser gelek rêyan bend danîn da ku nehêlin hêzên rejîmê bikevin taxên wan. Wan nobet jî li ber bendê xwe girt. Hin melayan li mizgeftan bang li xelkê kir da ku tevlî şoreşê bibin. Li hin mizgeftan dengê slogana Jin jiyan azadî hat bihîstin. 

Li hin deveran ciwanan slogana Qasimlo, ‘’rêka te dewam dike” got.

 

Mala Xumeynî şewitandin

Li bajarê Xomeyn ê Îranê jî xwepêşanderan mala Ayetullah Xumeynî şewitand. Pêr bi şev gava ku xwepêşander di ber mala Xumeynî ya îro muzexane re, bihurîn, ev mala sembolîk a rejîmê şewitandin.

 

Zeyneb Mousawî hat berdan

 

Li gorî agahîyan, komedyena Îranî Zeyneb Mûsewî, derhênera fîilma "Împarator Kuzco" ya ku 20’ê Cotmehê li Qumê ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû girtin, heta karûbarên wê bên bidawîkirin, bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Li aliyê din Dadgeha Şoreşê ya li Tehranê, 15 sal cezayê girtîgehê da Marzieh Yousefzadeh a ku 26’ê Îlonê di serhildana gel de hat girtin. Marzieh Yousefzadeh a 26 salî, bêyî ku zanibe bi çi tê sûcdarkirin, sewqî Girtîgeha Qarchakê ya li Varamînê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.