Rejîm ji jiyana hevrêyê me berpirse

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:24

Partiya  Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Muhsin Qadirî bi nasnav Heval Şahîn, li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. Hat gotin ku ew dewleta Îranê ji jiyan û selametiya hevrêyê xwe berpirs dibînin.

PJAK’ê têkildarî dîlgirtina hevrêyê wan Muhsin Qadirî (Heval Şahîn) a ji aliyê hêzên Pasdarên Îranê ve û nebûna ti agahiyek jê, daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya PJAK’ê wihaye:“Em radigihînin ku hevrêyê me Muhsin Qadirî bi nasnav Heval Şahîn di dîroka 22’ê Hezîrana 2025’an de li bajarê Bane dema ku ji bo erkek rêxistinî li wê derê bû, di encama kemînek plankirî ya hêzên Supayê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê de dîl hatiye girtin. Me ti agahî ji çarenûsa rêhevalê xwe negirt. Piştî lêkolînan derket ku Heval Şahîn dîl hatiye girtin. Îtlaeta Supayê Pasdaran bangî malbata Heval Şahîn kiriye, wêneyê cenazeyek û hin çek û teqemenî nîşanî malbatê daye û ji wan re gotiye ku ev cenazeyê kurê we ye. Lê malbatê ev îdia qebûl nekirine û diyar kirine ku ew ne cenazeyê kurê wane. Bêguman ew îdia nerastin, ji ber ku ew ne cenazeyê Heval Şahîn e. Her wiha Heval Şahîn ti cûre çek û teqemenî pêre nebû. Wek çekdar nîşandana Heval Şahîn bi zanebûn hatiye kirin. Di encama lêkolînên me de derketiye ku Heval Şahîn bi zindî ketiye dest hêzên dewletê, heta niha winda ye û çarenûsa wî nediyare.

Em Komara Îslamî ya Îranê li beramberî jiyana hevrêyê xwe Heval Şahîn berpirs dibînin û bi hestiyariyek zêde çavdêriya vê mijarê dikîn. Her wiha em daxwazê ji saziyên mafên mirov û mafên zindaniyên siyasî dikin ku lêkolînê li ser vê mijarê bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.