- Di êrişên rejîmê yên li dijî bajarên Rojhilatê Kurdistanê de di nava rojekê de herî kêm 4 welatî şehîd bûn û 130 welatî jîbirîndar bûn. Rejîmê wekî din hunermend û aktîvîstên Kurd kirin nezaretê.
Çalakiyên di çarçoveya raperîna li Rojhilatê Kurdistanê de li gelek bajarên Kurdistanê veguherîn raperîna xweparastinê û kirina der a hêzên rejîmê. Li gorî daxuyaniya doh a Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê, di çalakiyên şemiya bihurî re di êrişên hêzên rejîmê de 4 kes şehîd bûne û 130 kes jî birîndar bûne. Hengaw dide zanîn ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xelkê hêzên rejîmê ji gelek navendan kirine der. Rejîma Îranê jî hêdî hêdî dest pê dike ku xwe weke mexdûr nîşan bide û di nûçeyan de zimanê xwe diguhere. Ji ber qutkirina xetên înternetê û derfetên din ên peywendiyê, agahiyên bi rêkûpêk pirr bi dijwarî ji Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên Îranê bi dest dikevin. Hengaw yek ji wan dezgehan e ku rewşa Rojhilatê Kurdistanê dişopîne û em jî xwe disipêrin agahiyên wê.
Li gorî daxuyaniya doh a Hengawê, di êrişên hêzên rejîma Îranê de pêr li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 4 welatî şehîd bûne û 130 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşandanên pêr herî zêde li bajarên Rojhilat Sine, Seqiz, Kirmaşan, Ciwanro, Kamyaran û Mehabadê belav bûn.
Li gorî agahiyên gihîştine ber destê Hengawê, herî kêm 4 kes di xwepêşandanên li Sine de şehîd bûne. Jixwe dîmenên şehîdkirina kesekî ku maşîna xwe diajot, hatin weşandin.
Navê 3 şehîdan eşkere bû
Hengawê karî nasnameya 3´yan ji van şehîdan piştrast bike û ev nasname eşkere kirin. Dariyuş Elîzadeh yek ji van şehîdan bûye; piştî ku birîndar dibe wê dibin nexweşxaneya Besat û ew li wir şehîd dibe. Peyman Menbarî yê 29 salî jî ji gundê Sine Niyarê ye. Hêzên rejîmê nêzîkî Pira Marduk ew şehîd kirin. Kesê sêyem ê ku nasnameya wî diyar bûye, Mihemed Amînî ye. Ew ji taxa Îslamabad a Sinê ye. Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê yên li taxê ew ji ser banê navenda xwe gulebaran kiriye û şehîd kiriye.
Hunermendê li cem gelê xwe girtin
Li aliyê din stranbêjê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Huseyin Sefamaneş ê ji Kirmaşanê jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin. Wî, beriya bê girtin dabû zanîn ku wî tevahiya hevkariya xwe bi Wezareta Çandê û Rêberiyê û kanal û dezgehên weşanê yên rejîma Îranê re qut kiriye. Wî her wiha dabû zanîn ku ew ji bo protestokirina şehîdkirina Jîna Mehsa Amînî vê biryarê dide. Li gorî agahiyên li ber destê Hengawê, ew vexwendine beşa îstîxbaratê ya hêzên rejîmê ya li Tehranê û aqûbeta wê ji 6’ê Cotmehê ve nediyar e.
Di daxuyaniya xwe ya protestokirina şehîdkirina Jîna Amînî de Huseyin Sefamaneş gotibû, “Ez ê tevahiya hevkariya xwe ya bi Wezareta Çand û Rehberiyê û her wiha bi Radyo û Televizyona Komara Îslamî ya Îranê re rawestînim, û wê ti plansaziyên min ên din jî nebin. Ez dizanim ku ji erkên hunermendekê/î ne ku bi gelê xwe re be di şerên dîrokî de û ne li dijî gel be. Ez, Huseyin Sefamaneş didim zanîn ku heta milet li kolanan e, wê hunerê min jî li kolanan bê îcrakirin, ne li Hola Wehdet [a li Tehranê], ne li Birca Mîlad. Ez bi we re me xelkîno.”
Behar dîsa girtin
Çalakgera mafê mirovan a navdar a Tehranê Behar Aslanî jî ji aliyê rejîmê ve hat girtin. Behar Aslanî çalakgereke jinan a Kurd e ku li Tehranê dimîne. Hêzên rejîma Îranê bi ser mala wê de girtin û ew kirin nezaretê. Bi qasî ku Hengaw hîn bûye ew birine Hepsa Evînê, hewşa 209’ê. Ew der ji hepsên îstîxbarata rejîma Îranê ye. Behar Aslanî wênegir, aktîvîsta mafên jinan a ji bajarê Bîcarê ye û li Tehranê dimîne. Ew sala 2016’an jî di dema çalakiyên 8’ê Adarê de hatibû girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN