• Li Rojhilatê Kurdistanê raperîna xelkê dewam dike. Li hemberî wê hêzên rejîmê bi serdegirtina malan û destwerdana welatiyan bersivê dide. Di van êrişan de rejîm revandina birîndaran jî dewam dike. 

Li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ji 16´ê Îlona bihurî ve, raperîna gel dewam dike. Piştî şehîdkirina Jîna Amînî ya Kurd li Tehranê bi destê polêsê rejîmê yên hîcabê, serhildanê dest pê kiribû. Rêxistina Mafê Mirovan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku hêzên rejîmê li Abdananê 19 kes girtine. Rêxistinê her wiha da zanîn ku Peyman Gulabî yê li Mehbadê hefteya bihurî birîndar hatibû girtin, aqûbeta wî nediyar e. Rejîm ji bo tepesindana raperînê, aktîvîstên mafên jinan jî digire û Suheyla Mihemedî ya ji Sinê jî yek ji wan e ku ji 11´ê Cotmehê ve hatiye girtin û aqûbeta wê nediyar e.  

 

Li Abdanan a Îlamê 19 kes hatin girtin 

Piştî pêleke girtinê ya li dijî welatiyan, Hengawê nasnameya 19 kesên li navçeya ser bi wilayeta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatinen girtin tesbît kir. Duşema bihurî êvarê û sêşemê sibehê hêzên rejîmê êrişa xwe birin ser welatiyên navçeyê. Rêxistina Hengawê da zanîn ku herî kêm 19 welatî hatine girtin û ew birine sazî û dezgehên rejîma Îranê. 

Tevî ku Hengawê nasnameya 19 kesan tesbît kiriye, hat zanîn ku bêhtirî 20 kesan hatine girtin. hêzên rejîmê li Abdananê bi ser malên welatiyan de girt û ev welatî girtin.
Hêzên rejîmê li navçeyê duşemê êvarê êrişî xwepêşandanên li navçeyê kiribû û piştre jî terora li dijî welatiyan bi vî awayî dewam kir. Di êriuşa li dijî xwepêşandanê de 15 welatî birîndar bûbûn.
Gava ku hêzên rejîmê xwestin xelkê bigirin û bibin, xelk li ber vê jî rabû û di êrişa hingê de jî jina bi navê Secad Rehmanî birîdar bû.  

Hîna jî cihê ku ev kesên girtê lê tlên ragirtin, nehatiye eşkerekirin.

 

Çi ji Peyman Gulabî hat?

Aqûbeta welatiyê Mehabadî Peyman Gulabî yê ku hêzên rejîma Îranlê ew revandin, ne diyar e.

Hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên hefteya bihurî de li bajarê Mehabadê Peyman Gulabî girtibû. Ji hingê ve aqûbeta wê ne diyar e.  

Peyman Gulabî hem beytar û hem jî derçûyê beşa mîmariyê ye. Ew 12´ê Ciotmehê li nêzî mala xwe hatibû birîndarkirin. Hêzên rejîmê, tevî ku ew bi giranî birîdar kiribû, êşkence jî lê kiribûn, beirya ku wî birevînin.
Xizmên Gulabî dibêjin, wan pereyê lazim ji bo dermankirinê dane nexweşxaneyên Mehabad, Urmiye û Miyandoabê jî daye ji bo ku karibin wî bibînin. Xizmên wî didin zanîn ku Peyman Gulabî ji lingê xwe, destê xwe yê rastê, zeniya xwe û devê xwe birîndar bûye. Tevî ku pediviya wî bi dermankirinê heye, ew li avahiyên hêzên rejîmê tê ragirtin. 

 

Aktîvîsta mafên jinan girtin 

Hêzên rejîma Îranê li Sine, aktîvîsta mafê jinan Suheyla Mihemedî kirin nezaretê. Hêzên rejêmê li gorî agahiyên hê 11´ê Cotmehê bi ser mala Suheyla Mihemedî de girtiye. Di serdegirtina mala wê de, komputera wê, telefona wê û ya maliyên wê jî hatin desteserkirin. ji hingê ve jî ew li hepseke li Sinê tê ragirtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN