Rehma dewletê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 12 Tebax 2021 - 03:11

Hebûn û mezinbûna dewletê di mejiyê me de bi cih bûye. Çawa ku gelek kes ji Xwedê bawer dikin û di heman demê de jê ditirsin, heman tişt ji bo dewletê jî lê ye. Li gorî hin kesan dewlet nebe çênabe. Dewlet her biryarê dide û ew dizane. Bi vî rengî difikirin û jiyana xwe li gorî wê dimeşînin. Lê bila bê zanîn ku mirov ne mecbûrî dewletê ye. Dewleteke baş tineye. Di sîstema avakirina dewletan de zilm heye. Qanûnên dewletê li dijî mirovan hatine çêkirin. Tiştekî ku di xizmeta gel de be tineye. Dewlet ji bo perçiqandina mirovan hatine avakirin. Ev mijareke dûr û dirêj e. Li ser mijarê gelek fîlozofan pirtûk nivîsandine û serê xwe pê êşandine. Ez ê jî li ser çend bûyerên dawî yên li Tirkiyê mînakên dewletê bidim.

Ya yekemîn zilma ku dewlet li cenazeyan dike. Li aliyekî keç û xortên Kurdan qetil dikin û bi cenazeyan jî êşkencê li malbatan dikin. Bi hezaran şehîdên Kurdistanê hene ku cenazeyên wan ji aliyê dewletê hatine tinekirin. Cenazeyên heyî jî bi êşkenceyê didin malbatan. Bûyera Egîd Îpek û Mahsûm Aslan jî mînakên wê ne. Dewletê cenaze ango hestiyên zarokên wan bi kargoyê ji malbatan re şandin. Bi vî rengî wekî ku qenciyek bi malbatan kiribin, tevdigerin. Beriya bi çend salan dîsa li Bedlîsê ji goristana şehîdan 267 cenaze derxistin û revandin. Malbat ji bo dîtin û eşkerekirina hestiyên zarokên xwe ketin nava tevgerê. Hinek malbatan cenazeyên xwe stendin. Hinek malbat hê jî li hestiyên zarokên xwe digerin. Dîsa li bajar û navçeyên Kurdistanê bi hezaran cenaze hene ku dewletê ew li gorên bêkesan veşartine û nade malbatan. Dema ku cenazeyekî dide jî wekî rehma dewletê tê dîtin. Wilo li serê malbatên şehîdan kirine ku ew bi dîtina hestiyên zarokên xwe kêfxweş bibin.

Wekî din çalakiya Dayikên Şemiyê heye, ango kesên xizmên wan hatine revandin û wendakirin. Ew kes her roja şemiyê li Stenbol, Amed, Batman û Geverê çalakiyan dikin ji bo ku aqûbeta xizmên wan were eşkere kirin. Ew li pey dîtina hestiyên zarokên xwe ne. Dibêjin, bila goreke wan hebe û ew biçin, li ser bigirîn. Lê binêrin bê dewletê ew malbat xistine rewşeke çawa. Bi dîtina cenaze ango hestiyekî, wan kêfxweş dikin.

Îro li zindanên Tirkiyê zêdetirî 10 hezar girtiyên siyasî hene û ev dewlet her rojê girtin û binçavkirinê dike. Wan digire tavêje zindanê û piştî demekê ji bo ku wan berde qanûnan derdixîne. Mînaka Xoce Nesredîn jî wekî wê ye. Pêşî kera wî didizin û piştre didin wî û dibêjin, ma kêfa te hat gelo? Tişta ku ev dewlet bi serê me dike jî ev e. Têra xwe bi me dike û tiştek namîne bi serê me de nayîne û qaşo piştre me kêfxweş dike. Li her dera jiyanê, mînakên zilma vê dewletê hene. Li bajar û navçeyên Kurdistanê me dît ka çawa xaniyên xelkê bi erdê re kirin yek. Niha li cihê wan xaniyan avahiyan çêdikin û wan avahiyan jî bi pereyan difiroşin xelkê. Jixwe, ew der xaniyên wan kesan bûn. Dehê salan ew kes di xaniyên xwe de bûn. Piştre dewlet hat û xaniyên wan xera kirin. Yên niha dikevin wan xaniyan jî kêfxweş dibin û wekî ku dewletê qenciyek bi wan kiribe.

Mînaka dawî jî ezê li ser Sara Kaya bidim. Sara Kaya hevşaredara berê ya Nisêbînê ye û niha di girtîgehê de ye. Beriya bi çend rojan bavê wê Xalip jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku Sara karibe beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, miracaetî rêveberiya girtîgehê kir. Pêşî astengî derxistin û piştre destûr dan ku 4 saetan li Nisêbînê bimîne. Ji girtîgeha Tarsûsê bi otobusê ew birin Nisêbînê. Nîvê şevê cenaze veşartin û Sara jî di dorpêça eskeran de li wê derê bû. Wekî ku qenciyek pê kiribin, ew birin Nisêbînê. Lê heman Dewletê ew ji şaredariyê avêt û 5 sal in di girtîgehê de rehîn digire. Wê Dewletê destûr neda ku bavê xwe bi saxî bibîne. Welhasil meseleya me û dewletê jî ev e.

Gotina dawî jî bila ji bo Xalê Xalib be. Ew mirovekî kedkar bû. Li Nisêbînê xebatkarê tendurustiyê bû û kesek nema ku derman nekiribû. Gelek derzî li min jî xistibûn. Derziya dawî jî bi çûyîna xwe li me da û dîsa em êşandin. Bila cihê te bihuşt be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.