Rêberê me berdin

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:55

  • Li paytexta Newrozê Amedê, peyameke sereke ya sedhezaran hebû: Bijî Serok Apo. Wan jî û siyasetvanên li ser dikê peyivîn jî peyamên hesappirsîna ji faşîzmê û serbestkirina girtiyên siyasî û ya Ocalan da.

Amed, paytexta Newrozê di pîrozbahiya doh a Newrozê de bi sed heazran kes hewandin. Xelkê nerazîbûna xwe ya ji desthilata AKP-MHP´ê eşkere nîşan da. Bi sed hezaran kesî bi gotina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meydan hejand û peyama xwe ya sereke jî da.

Beşdariya ciwanan li pîrozbahiyê bal kişand ser xwe.

Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk ji haziran re got, “Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê ve Kawayê Hemdem û hevrêyên xwe, agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo kurdan girîng e. Îro roja vejîna gelê Kurd e. Em dibêjin bimire faşîzm. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî şerê tinekirinê li dijî gelê Kurd tê meşandin. Îro roj roja rabûna li ber şerê tinekirinê ye. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Gelê kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.” 

 

Deklarasyona Ocalan lê ye

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji xelkê re peyivî û got, Newroz vîna çareseriyê ye: “Deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan ji bo roja me jî lê ye.” 

 

Rêber û serokên me berdin

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî peyameke pîrozbahiyê ya bi dîmen şand ji Newroza Amedê re û got: “Ez bang li welatên me yên cîran hemûyan dikim da ku ew siyasetmedarên me berdin, rêberên me hemûyan berdin.” 

 

Peyama yekîtiya neteweyî

Partiyên di bin sîwana Komxebata Tifaqa Kurdistanî de peyama yekîtiya neteweyî dan.  PDK-T bi serokê giştî Mehmet Emîn Kardaş, PÎA bi serokê giştî Mehmet Kamaç, DBP bi hevseroka xwe Saliha Aydenîz, HDP bi hevserokê giştî Mîthat Sancar, Partiya Azadî bi serokê xwe Ayetûllah Aştî, KKP bi serokê xwe yê giştî Sînan Çîftyurek, DDKD bi nûneriya Halîm Îpek, KCD bi hevserokê xwe Berdan Ozturk û bi nûneriya Nesrîn Askar Platforma Yekitiya Jinên Kurd li ser dikê xelk silav kirin. AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.