Rêber APO şansê dawî ye
Pêncşem 23 Çile 2025 - 03:30
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got: Ne di gotin ne jî di pratîka AKP'ê de guhertinek nîne. Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye. Em her tim li pişt pêvajoya Rêber Apo ne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên Medya Haber TV. Nirxandinên Dûran Kalkan bi vî rengî ne:"Em weke raya giştî, weke her kesî li daxuyaniyên li ser çapemeniyê dinihêrin, hewl didin rewşê fêhm bikin û dersê ji peyamên Rêber Apo werbigirin. Gelek tişt têne gotin. Nîqaşek bû. Rêveberiya me li ser vê yekê daxuyanî da. Me qîmet da van nîqaşan, girîng dît. Me ji raya giştî re ji xwe eşkere kir ku em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Muzakerevanê me yê sereke ji xwe Rêber Apo ye. Em timî li pişt pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin sekinîn. Ji niha û pê ve jî em ê li pişt bisekinin. Em ê li gorî biryarên wî tevbigerin.Lê belê ji vê wêdetir em pratîkekê nabînin. Ne di gotinê ne jî di pratîka dersthilatdariyê bi taybetî jî AKP'ê de guhertinek nîne. Hin derdorên çapemeniyê jehr ji devê wan diherike. Li gorî xwe nêzîkatiyên sivik nîşan didin. Qaşo heqaretê dikin. Lê belê rewşa xwe ya sixêf û erzan nîşan didin. Di serî de Tayyîp Erdogan gotin û daxuyaniyên derdorên AKP'ê rê nîşanî çapemeniyê didin. Li Îmraliyê jî têkildarî rewşa Rêber Apo ti guhertinek nehatiye kirin. Belê, hevdîtin bû. Ev yek encama têkoşîna li ser bingeha Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî pêk hat. Her tişt bi têkoşînê tê afirandin. Wê demê divê em têbikoşin, hîn bêhtir têbikoşin, bi rêbazên hîn afirîner têkoşînê bimeşînin û encamê werbigirin. Belê, ji aliyê encamên afirîner ve Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî bêguman encamên girîng bi xwe re anî. Bi rastî jî me gotibû pêşketinên mayinde wê di çarçoveya armancên pêngava azadiyê de bin. Niha pêşî li vê yekê vebûye. Lê belê ji bo pêkanînê jî divê em hîn bêhtir têbikoşin, têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin.
Divê bi sivikî nêzî Rêber APO nebin
Beriya 10-15 salan, beriya 20 salan di dema pêvajoya hiqûqî de, dema ku Rêber Apo parastina xwe dikir, di parêznameyên xwe de ev rewş nirxand. Şert danî. Gotinên Rêber Apo yek bi yek pêk tên. Divê bi sivikî nêzî Îmraliyê nebin. Ti qîmetên sivik ên hin mirovên ketî nîne. Êdî cîhan vê yekê qebûl dike. Çend kesên beredayî rabûne hewl didin tevlîheviyê bikin. Ti wateya wê nîne. Li aliyê din çawa bû? Du aliyên xwe hene. Yek, em têdikoşin. PKK bi pêşengiya Rêber Apo zêdeyî pêncî sal in di vê oxirê de têdikoşe. Ji bo vî mejî û polîtîkayê biguherîne. Ev çi bû? Mejî, siyasetê qirker, mêtinger, faşîst û dijminê Kurdan. Çil sal derbas bûn, şerê me yê azadiyê di sala 41'emîn de ye, bi rengekî bê navber dewam dike. Êrîşên şerê taybet ên qirker, faşîst û topyekûn ên rêveberiya faşîst ku li ser bingeha 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' dimeşîne 10 salan tijî dike. Dibêjin, çima hewldan ji aliyê Bahçelî ve hate destpêkirin? Min wê demê jî got, wê ji kê bihata? Her hal ji rantxuran nedihat, kî şer dike wê ji wî bihata. Şer kir, nekarî encamê werbigire, bêçare ma. Niha li çareyeke cuda digere. Ev yek normal e.
Rêber APO înîsiyatîf pêşxist
Li milê din li Rojhilata Navîn pêşketina şerê cihanê ya sêyemîn heye. Li herêmê rewşa bûyîna hêzêke hegemon a Îsraîlê heye. Jixwe Îran û Tirkiye di berê de hêzên hegemon in. Li Sûriyê desthilata Baasê ket. Li Iraq û Sûriyeyê pergala netew-dewletê rûxiya. Yê ber mayî jî wek statukoparêziya netew-dewletê Îran û Tirkiyê ma. Yanî em dikarin wiha bêjin, jixwe di vê şerê cihanê sêyemîn de mayîndebûna statukaparêziya netew-dewletê tunebû. Qet şansê wan a serkeftinê tunebû û niha têk çû. Di esasê xwe de Tirkiye jî Îran jî di vî şerî de têk çûn. Lê belê wê çawa bibin encamê di pêvajoya pey vî de wê ew diyar bibe. Yanî wê guhertin-veguhertinek çawa bijîn, ew ê diyar bibe. Rêber Apo ev yek nirxandin. Di vê çarçoveyê de dema ji Devlet Bahçelî daxuyaniyek wiha hat û hawirê Tirkiyê jî ji vê re vekirî xuya kir, Rêber Apo hewldanek, însîyatîfek wiha pêş xist. Bixwe jî îfade kir, van derfetan nirxand û got, 'şertên guncaw bên afirandin, bûyerên di pirsgirêka Kurd de dikare ji zemîna şer û pevçûnê bikşînim zemîna hiquqî û siyasî.' Dixwaze pêşiya siyaseta demokratîk veke û pêvajoyeke ku di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk pêş bixe veke. Got, 'hêza min ji vê re heye, dikarim çareseriyek wiha pêş bixim, di vir de dikarim rol bilîzîm.'
Divê hesabên şaş nekin
Tiştekî din ê dawî jî bêjim. Derdorên desthilatdar dibêjin me têk biriye, şikandiye û em ê binax bikin. Divê ew gotin bisekînin. Em hewl didin hestiyarî û baldariya pêwîst a pêvajoyê nîşan bidin. Wek Uslub û fikir. Birastî jî dixwazin ev pêvajoyê ku Rêber Apo dixwaze bi coş, kelecan pêşbixe, serbikeve. Ji bo vê hewl didin. Lê belê civaka Tirkiyê jî divê bizane, bi van gefan ev nameşe. Rêveberiya PKK'ê di vê mijarê de daxuyanî da. Em her tim ji şer re jî amade ne, aşitiyê re jî. Divê bi asabê hêzên azadiyê neyê lîstîn. Di vê pêvajoyê ku Tirkiyê di rûxandinê de ye, hewldanên Rêber Apo ji Tirkiyeyê şansê dawî ye. Heger ev neyê nirxandin tiştên wisa jî çênabin. Li ser Kurdistanê têkoşîn zêdetir bûye. Gelek aktor hene, tenê dewleta Tirk nîne. Kurd bi herkesî re di vê astê de di nava peywendiyê de ne. Kurdistan navenda têkoşînê ye. Ji ber vê kes nikare Kurdan têk bibe. Divê neyê hesibandin ku yekane bijartek ev e. Lewma eger tiştên nerênî derkevin holê, bila ti kes me berpirsyar nîşan nede. Weke tevger û gel em bi sebir, baldarî û hestiyarî li gorî pêdiviyên van tiştan tevdigerin. Şer nesekinî ye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî û parçeyên Kurdistanê jî şer bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngavek biçûk jî paşde nayê avêtin.
Wêrekî bi serketinê tacîdar dibe
Bi rojan e, bi hefteyane li Tişrînê berxwedaneke mezin heye. Bi rastî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya gelê Kurd dîrokekê dinivîsin, têkoşîneke destanî didin. Xweparastinê li ser xeta qehremaniyê didomînin. Vê yekê bi wêrekî û fedakariyê dikin û dê bi ser bikevin. Pêşiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye. Tekane hêza ku dê di avabûna Sûriyeya nû de bibe model û xwedî bandor Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma ev têkoşîn, ev xwîna diherike, ev wêrekiya tê nîşandan û ev fedakarî wê bi serkeftinê tacîdar bibe. Em dizanin ku hem gelê me yê Rojavayê, hem jî gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê gelek baş dizanin. Ez ji vir berxwedaniya wan a qehremane silav dikim, pîroz dikim û di şexsê Bavê Teyar da hemû şehîdên qehreman bi rêz û minedarî bi bîr tînim. Li qadeke wisa teng wek pevçûnekê xuya dike lê şîdeta vî şerî gelek mezin e û dê bandora wê ya siyasî jî mezin be. Wisa xuya dike ku dê di nîqaşên jinûveavakirina Sûriyeyê de bibe hêzeke diyarker.
NAVENDA NÛÇEYAN