Rêber Apo azadiya me ye!

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:24

  • Di çalakiyên qonaxa diduyê ya hemleya "Dem dema azadiyê ye" de li bajarên Rojava û li Helebê bi hezaran kesî doza azadiya fizîkî ya Ocalan kir û peyam da ku heta ev armanca wan pêk bê ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.  

Bi hezaran Kurd, Ereb û Suryan li herêmên cuda yên kantona Qamişlo, li Kobanê û Helebê di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” de meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Meşvanan her wiha berxwedana dîrokî ya gerîlayan silav kir. 

Hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” ya KCK`ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li seranserê cîhanê deng veda. Di çarçoveya hemleyê de li seranserê herêmên Rojava û li Helebê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Qamişlo: Li Qamişlo ji bajêr, bajarok û gundan, tevî beşdariya pêkhateyan, endamên saziyên sivîl û civakî, nûnerên partiyên siyasî bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêber Ocalan e”, meşek hat lidarxistin. Xelk ji xaçerêya kolana Mûnîr Hebîb ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişloyê ve meşiya. 

Beşdaran doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Li pêşiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê, endama rêveberiya Kongreya Star a Qamişloyê Menîce Heyder got: “Emê di qonaxa nû ya vê hemleyê de têkoşînê xurttir bikin.

Em ê çalakiyên xwe yên hemleya Dem Dema Azadiyê ye, zêde bikin heta ku em armanca sereke ya hemleyê pêk tînin.

Rêber Ocalan xwedî li doza jinan derket û ji bo pêkanîna azadiya jinan têkoşiya, ji ber wê, erka jinên cîhanê ye ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin.”

Tirbespiyê: Bi sedan kes li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvanan bi pankart û sloganên xwe got, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye”. Li dawiya kolana giştî meş veguherî mitîngê. Li vir, li ser navê Kongreya Starê, Xermê Elî got, “Dagirkeriya Tirk di şexsê Rêber Ocalan de hemû gelên herêmê hedef digire.”

Çilaxa: Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa yên Kurd û Ereb li cem çerxerêya şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meş li naverasta sûka navendî veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Nezha Seyfudîn axivî û bang li gelê Kurd kir da ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk û ji bo rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan serî hilde.

Girkê Legê: Xelkê navçeyê ji kolana Şehîd Xebat heta bi naverasta navçeyê meşiyan. Di mitînga li vir de Endama Kongra Star Îhan Muradgot, “Çalakiya me bi berxwedana li Îmraliyê ve girêdayî ye. Berxwedan di bin sîwana Hemleya Dem Dema Azadiya ye ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ferehtir dibe.”

Dêrik: Li Dêrikê meşê ji qada Azadiyê dest pê kir û li ber çerxerêya Şehîdan a navçeyê veguherî mitîngê. Endama Rêveber a Kongreya  Star a Dêrikê, Wesfiye Musa li vir got, “Jinên Rojava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û wê berxwedana xwe dewam bikin."

Til Birak: Li navçeya Til Birakê xelk ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan ji pêşiya çerxerêya Firinê heta çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajêr meşiya. Endama Rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Rusul Hesen got, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne û tecrîdê li Rêber Ocalan giran dike.

Amûdê: Xelkê Amûdê ji çerxerêya qada Jinê heta bi Meclisa Malbatên Şehîdan meşiya. Beşdaran doza azadiya fîzîkî ya Ocalan kir. Li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê, li ser navê Kongreya Star a navçeyê, Ayşe Mehmûd got, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivdayîna siyasetên dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan e.

Wekî din li herêma Cizîrê li Til Hemîs û Rimêlanê jî bi heman armancê çalakî hatin kirin.

Kobanî: Xelkê Kobanê bi hezaran doza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir. Xelk ji Qada Jina Azad heta bi Qada Aştiyê meşiya. Li vir endama koordînasyona Kongreya Star, Sara Xelîl got, dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz dike, ew ê bi hemleya azadiya fîzîkî ya rêbertiyê tecrîdê bi dawî bikin, ji bo vê jî ew ê her li meydanan bin û têkoşîna xwe dewam bikin. 

Heleb: Xelkê Helebê tevê nûnerên partiyan û saziyan li pêşiya hola civînan a li taxa Şêx Meqsûdê kom bûn û heta bi meydana Şehîd Gulê Selmo meşiyan. Li wir, endama Meclisa giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Fatima Koşan û li ser navê Kongreya Star Cîhan Mihemed axivîn. Wan got, gelên Rojhilata Navîn bi derketina Rêber Ocalan û belavbûna fikr û felsefeya wî re bêhna azadiya kirin û ji ber wê ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.