‘Rêber Apo’ azad dikin

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:17

  • TCŞ’ê bi beşdariya 1000 ciwanên ji welatên Ewrûpayê, li paytexta Fransa Parîsê, kongreya xwe ya 3’yan bi coşeke mezin li dar xist. Wê ev peyam da: Di vê pêvajoya xitimîn û kaosê de ji bo ku şoreş li tevahiya cîhanê bi ser bikeve, pêwîstî bi dînamîzm û pêşengiya ciwanan heye.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ´ê li paytexta Fransa Parîsê kom bûn û bi dirûşma "Xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bike" kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xistin.

TCŞ rêxistiniya sîwanî ya ciwanên Kurdistanî yên li Ewrûpayê ye, û bi beşdariya 1000 kesên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Holanda û gelek welatên Ewrûpayê, li paytexta Fransayê Parîsê kongreya xwe ya 3'yemîn li dar xist. Ciwanan di şexsê Şehîd Dîdar Harûn, Şehîd Berxwedan Çiyager, Şehîd Baran Mawa û Şehîd Tavîn Têkoşînê de ji bo şehîdên şoreşê rêz girt û wan wiha dest bi kongreya xwe kir. Di kongreya 3’yemîn de ya ku bi dirûşma "Xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bike" hate lidarxistin, ji Ewrûpayê Kurd, ciwanên demokrat, şoreşger, welatparêz, çepgirt û sosyalîst amade bûn, lê nexasim jî ciwanên şoreşger û malbatên şehîdan di vê kongreyê de cihê xwe girtin.

Dûrbûna ji rêxistinê wendabûn e

Piştî rêzgirtinê, rojnamevan Sefkan Kobanê axivî û gotina "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" a Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist. Kobanê anî ziman ku ciwan bi saya têkoşîna azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî nasname û jiyaneke azad û destnîşan kir ku ciwanên dûrî rêxistinê, wê bikevin bin bandora rêbazên şerê taybet ên dijmin û roj bi roj ji rastiya xwe dûr bikevin. Kobanê bi bîr xist ku tenê çend roj ji bo sala 2024'an mane û ragihand ku li dora paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan divê jiyana azad bi her aliyê xwe ve bê birêxistinkirin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê mezinkirin.

Pêwîstî bi pêşengiya ciwanan heye

Ciwanên endamên TCŞ'ê jî diyar kirin ku hemû çalakiyên heta niha di bin sîwana vê rêxistina ciwanan de hatine kirin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn û destnîşan kir ku ew bi biryardariya li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgariya Kurdistanê kongreya xwe ya 3'yemîn li dar dixin.

Ciwanan her wiha anîn ziman ku sîstema kapîtalîst ketiye nava pêvajoya fetisînê û li hemberî ciwanên li tevahiya cîhanê bi rêbazên şer ên bêexlaq êrişan dike. Ciwanan diyar kir ku şoreşa li Rojava ya bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, ji tevahiya cîhanê re bûye mînak û di vê pêvajoya xitimîn û kaosê de ji bo ku şoreş li tevahiya cîhanê bi ser bikeve, pêwîstî bi dînamîzm û pêşengiya ciwanan heye.

Ciwanan ragihand ku li pêşiya îradeya Kurdên azad, dijminê herî mezin hevkariya faşîst a AKP-MHP'ê ye û wan destnîşan kir ku li dijî sûcên bêexlaq ên hevkariya faşîst, ew ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û têkoşînê bi ser bixînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.