Rêbaza şehîdî rast bû

Duşem 15 Tebax 2022 - 22:24

  • Hevserokê PJAK´ê Siyamend Mûînî got, hevalê wan û endamê konseya rêveber a KODAR´ê şehîd Rêzan Cawîd ji bo sûdgirtina ji tecrûbeya Rojava li wir bû, lê bi hevkariya Tirkiye, Îran û Sûriyê hatiye şehîdkirin.

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî got, Rêzan Cawîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, yek ji şoreşgerên pêşeng bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir û got, "Dijmin wê ti carî li pêşiya Tevgera Azadiyê nikaribe bibe asteng."

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî, endamê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Yûsif Rebanî (Rêzan Cawîd) bi bîr anî. Rêzan Cawîd 6'ê Tebaxa 2022’yan li taxa Sîna ya Qamişloyê di êrişeke dewleta Tirk de şehîd bû.

Siyamend Mûînî diyar kir ku Rêzan Cawîd di encama komploya dewletên Tirkiye, Sûriye û Îranê de şehîd bûye û got: “Ez sersaxiyê ji dayika birêz, bav, tevahiya binemala hevalê Rêzan, binemalên şehîdan, li kesayetên azadîxwaz li herêma Mehabadê û li tevahiya Kurdistanê dixwazim. Hevalê Rêzan weke kesayetekî şoreşger, ruhekî serkêş, kesayeteke fedaka cihê xwe di nava şoreşa azadiyê ya gelê me de girt. Mixabin bi komploya welatên Tirkiye, Sûriye û Îran û kevneperestiya navxweyî ya Kurdistanê, hevalê Rêzan şehîd bû. Bi droneya Tirkiyeya faşîst, dîktator û dagirker, hevalê Rêzan di 6'ê Tebaxê de şehîd bû û jiyana xwe fedayî azadiya gel û welatê xwe kir.”

Pêşî li azadiyê nayê girtin

Mûînî îşaret ji bi aciziya dijminana ji destketiyên Kurdan kir û got, “Tirseke mezin ketiye dilê dagirkerên li Kurdistanê. Her ku li çar parçeyên Kurdistanê gavek ji bo şoreşê tê avêtin, dagirker û dijminên azadiyê aciz dibin. Bi qetilkirina Rêberan, kesayetan, hevalên me tola xwe hiltînin ji pêşketina azadiyê, ji pêşketina gelê me. Lê belê ev tevgereke azadiyê ye, lewma bi dagirkeran, bi kevneperestiyê, her şêwazî ku dixwazin pêşî li vê tevgerê bigirin, nikarin bikin. Ji ber ku pêngava azadiyê destpê kiriye û encam werdigire. Qetilkirina azadîxwazan di dîroka gelê Kurd de hebû û bi hezaran mirovên şoreşger û têkoşer, ji bo azadiya gel û niştimanê jiyana xwe kirin qurbanî. Heval Rêzan yek ji wan kesên pêşketinxwaz, şoreşger bû.”

Çûbû sûdê ji tecrûbeya Rojava bigire

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bal bire ser têkoşîna Rêzan Cawîd û got, "Hevalê Rêzan bi erkeke rêxistinî û ji bo fêhmkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, beşek ji Kurdistana azad çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Hem ji bo karibe xizmetekê di vê çarçoveyê de bike, bi ruhê yekîtiya Kurdistanê çû wê beşa Kurdistanê.

Hem jî sûdê ji tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê wergire û karibe li Rojhilatê Kurdistanê wê tecrûbeyê bi kar bîne. Lê mixabin mayina wî ya li wî beşê Kurdistanê kêm bû û nekarîbû vê tecrûbeya bi dest xist bîne bixe xizmeta gelê li Rojhilatê Kurdistanê.

Li aliyê din dixwazim malavahiya wan kesan bikim ku xwedî li bibîranîna hevalê Rêzan derketin. Hem li Rojavayê Kurdistanê ku bi rastî pêşwaziyeke baş kirin, hem jî li bajarê Mehabadê ji bajarên din pêl bi pêl hatin û xwedî lê derketin. Ev jî nîşan dide ku rê û rêbazên hevalê Rêzan rê û rêbazên azadiyê ne.

Bi vê wesîleyê careke din sersaxiyê li mirovên azadîxwaz û kesayetên şoreşger, li xelkê têkoşer ê Mehabadê, li hemû hevalên hevalê Rêzan dikim. Em weke hevrêyên Rêzan, em ê heta biserxistina armancên hevalê Rêzan şoreşê dewam bikin. Bi hêviya ku Kurdistaneke azad biafirîne."

ANF/NAVENDANÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.