Rayedarên rejîma Îranê derewan dikin

În 21 Cotmeh 2022 - 03:25

Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir. Malbatê diyar kir ku divê sedema kuştina Jîna Amînî dîsa were lêkolînkirin. 

Jîna Amînî ya 22 salî di 13’ê Îlonê de ji aliyê polêsên hîcabê yên li Tehranê hatibû destgîrkirin û piştre di 16’ê Îlonê de şehîd bûbû. Di heman rojê de protestoyên li dijî rejîmê ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn û li temamê Îranê beav bûbûn. Çalakiyên li dijî rejîmê veguherîn raperînê û raperîn ji 16´ê Îlonê ve dewam dike. Nexasim jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xelk birêxistinkirî li dijî êrişên rejîmê li ber xwe dide.

Tipa Edlî ya Tehranê, îddîa kir ku Jîna Amînî ne ji ber şiddeta polêsan jiyana xwe ji dest daye. Rapora wê îddîa kir ku Jîna Amînî ji ber ku di 8 saliya xwe de ji mejiyê xwe emeliyat bûye, piştre ji ber vê emeliyatê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê diyar kir ti nexweşiyên Jîna Amînî tinebûne û got, rayedar derewan dikin.

Li gorî rojnameya Etemad, Salîh Nîkbaht ê ku parêzerê malbatê ye, diyar kiriye ku wan rapor red kiriye.

Parêzerên malbatê xwestine sedema mirina Jîna Amînî ji nû ve were lêkolînkirin û xwest 5 bijîşkên ku malbatê ji nav lîsteya 10 bijîşkan hilbijartine, lêkolînê bikin.

Parêzeran xwest, derbarê dewamkirina lêpirsînê, destgîrkirina Jîna Amînî û pêvajoya ku ew birine qereqolê de agahî werin dayîn.

Malbata Jîna Amînî di dawiya Îlonê de giliyê polêsên kujer kiribû.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.