- Rejîma Îranê ji 16'ê Îlonê ve hewl dide raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li temamê Îranê belav bû, bi şidetê bitepisîne. Lê nerazîbûn li nava xwendekarên zanîngehê û dibistanên amadeyî her roj zêdetir dibe. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm154 kes di êrişên rejîmê de hatine qetilkirin.
Çalakiyên protestoyî yên ji bo azadî û demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Ji ber êrişên hêzên dewletê, kesên tên qetilkirin her ku diçe zêde dibin, bîlanço roj bi roj girantir dibe, lê raperîn jî dewam dike.
Çalakiyên protestoyî yên ji roja qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Amînî bi destê polêsên hîcabê li Tehranê, heta niha dewam dikin. Yanî ji 16´ê Îlona bihurî ve çalakî li dijî rejîmê dewam dikin.
Têkildarê mirina Nîka Şakramî ku gava xwepêşandanê hat qetilkirin jî dest bi lêpirsînê hat kirin.
Dozgerê Tehranê Alî Salehî, ji ber zêdehiya nerazîbûnan got, “Dadgeha Ceza ya Tehranê ji bo keşfkirina sedema mirina Nîka Şakramiyê dest bi lêpirsînê kiriye.’’ Salehî got: “400 çalakgerên di dema çalakiyên protestoyî de hatin girtin, ‘bi şertê ku careke din nekin’ hatine berdan.”
Dozger gef xwar û got, “Bi wan kesan re yên ku li dijî ewlehiya neteweyî tevdigerin” bi xweşbînî wê miemele neyê kirin.
Grevên li zanîngehan
Tevî qetlîamên hêzên dewletê, çalakiyên protestoyî nasekinîn.
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên zanîngehê yên jin, li dibistanan dest bi grevê kirin.
Xwendekarên jin, li dijî binpêkirina mafê azadiyê hîcab ji serê xwe kirin.
Li gelek bajaran, bi diruşma ‘Jin jiyan azadî’ çalakî hatin kirin. Şeva 4’ê Cotmehê di serî de bajarên Sine, Kirmaşan, Îlam û Ûrmiye, li bajarên din ên wek Dîwandere, Seqiz, Merîwan, Mehabad û Dêwlan ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî dewam kirin. Hêzên dewletê, li dijî çalakgerên li gelek bajaran, bi tundî tevgeriyan.
Li seranserê Îranê xwendekarên zanîngehan çalakiyên protestoyî kirin. Bi taybetî li Tehran, Şîraz, Meşhed, Esfahan, Reşîd, Tewrêz, Zencan û Yezd ku bajarên mezin in jî çalakî bênavber dewam dikin.
154 kes hatine qetilkirin
Li gorî bîlançoya nû ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) weşand, li seranserê welat herî kêm 154 kes hatine qetilkirin û zarok jî di nav wan de hene.
Li gorî IHR’ê, li Sistanê, li Belûcistanê 63, li Mazandaranê 27, li Gilanê 12, li Rojavayê Azerbeycanê 11, li eyaleta Kurdistanê 8, li Kirmanşanê 7, li Tehranê 6, li Elborzê 5, li Xorasan-Razaviyê 3, li Kohguliye û Bûyer Ahmedê 2, li Îsfahanê 2, li Zencanê 2, li Kazvînê 2, li Semnanê 1, li Îlamê 1, li Rojhilatê Azerbeycanê 1 û li Bûşehrê kesek hatine qetilkirin.
Koma Micahidên Gel a mixalifî rejîma Îranê jî got, çalakî li 31 eyaletan, li 170 bajaran belav bûne, 400 sivîl hatine qetilkirin û rejîmê 20 hezar kes kirine nezaretê.
Li Beluçistanê 63 kes hatine qetilkirin
Li Sistan û Beluçistanê jî, bi taybetî Îniya çûyî, ji ber qetilkirina bi dehan kesan li Zahedanê yanî paytexta eyaletê rewşa aloz dewam dike.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) li Zahedanê herî kêm 63 kes hatine qetilkirin. IHR’ê got, “Komkujiya li Zahedanê sûc e li dijî mirovahiyê.’’