Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî rejîmê didome.

Di vê çarçoveyê de jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wêne û posterên ku hêzên rejimê ji bo 44’emîn îhtîlala Xumeynî ya 1979’an li qadan daleqandibûn, hatin jêkirin û şewitandin.

 

Dayîkên Aştiyê serdanan dikin

Her wiha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê welatiyan bi şev li ser balqon û banên malên xwe dirûşmên li dijî desthilatê berz kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê dayîkên aştiyê serdana malbatên ciwanên bi navê Şadman Ehmedî û Reza Lutfî ku di dema xwepêşandanan de hatin qetilkirin, kirin.

 

Hêzên rejîmê Ciwanro dorpêç kirin

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê jî ji tirsa çalakiyên ji bo çilrojiya çalakvan Burhan Îlyasî, (xwepêşanderek hatibû qetilkirin) rejimê hêzek zêde ya leşker û polîsan li bajêr belav kir.

Piştgiriya derveyî welat a ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Li Parîsê Sendîkaya Karkeran a Fransayê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN