Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ tevî kuştin, girtin û êşkenceyan 3 meh li pey xwe hiştin û bê navber dewam dike.
Li bajarê Şabadî ya parêzgeha Kirmaşanê merasîma çilê Elîreza Kerîm ku di xwepêşandana Şabad de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, hate kirin.
Li parêzgeha Urmiyeyê rayedarên rejîmê nehiştin malbatên 6 xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, biçin zarokên xwe bibînin.
Soniya Şerîfî ya 16 salî ya xelkê bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê ye, beriya du mehan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.
Soniya bi ‘’hewldana destpêkirina şerê navxweyî ya li Îranê’’ dihat sûcdar kirin.
Sonya Şerîfî piştî nerazîbûna xelkê bi kefaletê hate berdan. Lê rayedarên rejîmê gotin, wê darizandina jina ciwan dewam bike.
Berdana Soniya Şerîfî li bajarê Îlamê bi coşeke mezin hate pêşiwazîkirin. Gel bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û gerandina govendê jina ciwan pêşiwazî kir.
Xelkê bajêr di xwepêşandanê de peyam da ku wê ji bo hemû girtiyan tekoşîn dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN