Raperîna xelkê dewam dike

Şemî 18 Adar 2023 - 00:39

Di ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re 6 meh derbas bûn. Tevî zext, kuştin, bidarvekirinan jî serhildana gelên Rojhilat û Îranê bê navber dewam dike.

Weke kevneşopiyekê her roja pênçşemê xelk diçe ser goristanan û ji bo xizmên xwe duayan dike. Lê li Rojhilat û Îranê ev rêûresm jî veguheriye serhildanê. Kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji det dane, bi girseyî li ser gorên xwe tên bibîranîn û piştî wê jî xwepêşandan tên lidarxistin.

 

Ji bo şehîdan merasîma bibîranînê

Li bajarê Seqîzê, bi dehan kes çûn ser gora Jîna Amînî û bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ gotin. Li bajarê Sine jî tevî hêzeke zêde ya leşkerî, bi sedan kes çûn ser goran û bi merasîmên cuda kesên hatine şehîdkirin, bi bîr anîn.

Bi heman awayî, li bajarên Kamyaran, Dîwandere, Bokan, Mehabad, Kirmaşan û çend bajarên din merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li ser asta Îranê jî, li bajarên Tehran, Kerec, Tewrêz, Esfehan û çend barajên din xelk daketin qadan û li dijî desthilatê dirûşme gotin.

 

Xizmên girtiyan çalakî li dar xistin

Li dijî cezayên bidarvekirinê, li bajarê Urmiyeyê komek xizmên girtiyên ku cezayê bidarvekirinê lêi wan hatiye birrîn, çalakiyek li ber deriyê girtîgeha bajêr li dar xistin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê doh ragihand ku di 15 rojên destpêkê yên meha Sibatê de 29 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bi darvekirin. Rejîma Îranê ji bo dawî li serhildanê bîne, di serî de girtin, êşkencekirin, bidarvekirin hr rêyê diceribîne. Lê tevî zextan hemûyan jî xelk daxwaza azadiyê dike.

 

Şîrzad bi êşkenceyê hate qetlkirin

Li gorî agahiya ajansa nûçeyan “Kurdpa”yê, Çarşema bihurî, hêzên rejîma Îranê bi telefonê ji malbata Şîrzad Ehmedînejad re ragihandiye ku ji ber ku dilê wî sekiniye, wî di hepsê de jiyana xwe ji dest daye.

Lê li gorî çavkaniyan, Şîrzad Ehmedînejad ê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber êşkenceya hêzên rejîmê canê xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku nexweşiya gurçikê ya Şîrzad hebûye, hêzên rejîmê nehiştine ku were derman kirin. Herwiha Şîrzad ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re jî bêpar hatiye hiştin.

Cenazeyê Şîrzad di bin dorpêça hêzên rejîmê de li goristana Mîrava ya bajarê Bokanê bi amadebûna malbatê hate veşartin. Herwiha hêzên rejîmê ji bo malbata Şîrzad agahiyan nede medyayê, gef li malbatê xwarin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.