Raperîna li dijî talana ekolojîk
Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:27
- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî talana ekolojîk bang kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî talana ekolojîk bang kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî talankirina xwezayê li avahiya Sendîkaya Kedkar a Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê platformê Samet Ûcaman got, "Sûcê herî mezin qirkirina ekolojîk e."
Ûcaman bal bire ser talana ekolojîk a li çar aliyên welêt belav bûye û anî ziman ku bi bahaneya ewlekariyê, xweza û paşeroj tê talankirin: "Li Licê, Dersim û Şirnexê bi heman rêbaz û argûmanan, dewleta helwêsta xwe nîşan dide.
Saziyên muxeteb daxuyaniyê nadin û bingehekî qanûnî jê re tê amadekirin. Eşkere ye ku ev talan zerarê dide her zindiyê li vê cografyayê."
Ûcaman xwest talankirina xwezayê bê rawestandin.
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran bang li endamên xwe hemûyan kir da ku dengê xwe li dijî talan ekolojîk bilind bikin.
AMED