Raperîn tevî zextan dewam dike
Şemî 14 Çile 2023 - 03:42
Rejîma Îranê ji bo dawîanîna serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî li hemû rê û rêbazan dide. Tevî kuştin, darvekirinan jî serhildana li Rojhilat û Îranê bê navber dewam dike.
Li gorî daxuyaniyeke Navenda Raperînê ya Gelê Şoreşgerî ya Kurdistanê, ji bo balê bibin ser darvekirinan, li ser torên medya dijîtal kampanyayek dan destpêkirin
Herwiha 500 çalakvanên siyasî, sivîl, akademîsyen û rojnamevan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşanî cezayên darvekirinan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em banga rawestandina tundiya sîstematîk û dawî anîna cezayê darvekirinan ya li ser xwepêşanderan dikin. Bang li rayedarên dewletê dikin rumeta welatiyan biparêzin.”
Hêjayî gotinê ye heya niha rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 112 kesan birriye û heya niha 4 kes hatine darvekirin.
341 xwepêşander hatine kuştin
Li gorî rapora 2023`yan ku Human Rights Watch (HRW) bîlançoya serhildana li dijî rejîma Îranê eşkere kir ku heta Cotmeha 2022`yan 341 xwepêşandêr hatine kuştin û di nava wan de 52 zarok hene. Rêxistinên hiqûqî yên din jî ragihand ku zêdetirî 500 kes hatine kuştin.
Rêxistinê di rapora xwe de nivisî ku dewleta Îranê zêdetirî 15 hezar xwepêşandêr binçavkirine û bi hezaran di girtîgehên qerebalix de girtine û ji mafê darizandina adil bê par hiştine.
Rêxistinê da zanîn ku di nava wan de bi sedan parêzvanên mafên mirovan, çalakvan, rojnamevan û parêzer hene ku ji ber bi awayekî aştiyane tevlî xwepêşandanan bûne yan jî piştgiriya wê kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN