Raperîn li dijî Tirkiyeyê

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 22:36

  • "Ne tenê li dijî dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk, her wiha li dijî dagirkeriya çandî jî pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye." 

Hîndekarê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Raid Rifed li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê got, "Ne tenê li dijî dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk, her wiha li dijî dagirkeriya çandî jî pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye." 

Dr. Raid Rifed bal bire ser rewş û metirsiya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û got, ji bo pêşî li dagirkeriyê bê girtin, divê plan û bernameyek bê danîn, her wiha li qadên dîplomasî di asta navneteweyî de kar bê kirin.

Dr. Raid Rifed qala baregehên nû yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker nêzî 40-50 baregehên leşkerî yên stratejîk li Başûrê Kurdistanê çêkirine. Desthilata herêmê jî bûye beşek ji vê yekê."

Pêşî aqilê ciwanan dagir kirin

Dr. Raid Rifed got, divê li ber êrişên dagirkeriyê ya Tirk helwêsteke cidî bê nîşandan û wiha peyivî: "Helwêsteke cidî divê hebe da ku bikare pêşiya vê sewqkirina hêza zêde ya herêmê bê girtin. Berî ku artêşa Tirk a dagiker Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi çandê, bi rêya huner û wêjeyê kariye rêjeyeke zêde aqilê ciwanên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo bibin xwedî helwêst berî her tiştî divê plan û bernameyek bê danîn. Piştre bi reng û rêbazên girseyî wê bikare li ber rabe û helwêsta xwe nîşan bide."

Têkildarî çareseriyê jî Dr. Raid Rifed got, "Çareseriya herî baş a ji bo Başûrê Kurdistanê ew e ku bi rêya sefaretxaneyên ne tenê li herêma Kurdistanê û lê her wiha yên li derve jî zext lê bêkirin da ku hikûmeta herêmê bikare zextê li dewleta Tirk bike û pêşiya êrişên dagirkeriyê bigire.“

Hincet jî derew in

Li ser hincetên dewleta Tirk a dagirker Dr. Rifed got, "Hincetên Tirkiyê ji bo ku êrişî Başûr, Rojava û heta Rojhilatê Kurdistanê bike, dûr in ji rastiyê. Ev tevgera artêşa Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Tirkiye bi hinceta ku ewlekariya xwe biparêze, êriş dike derveyî sînorên xwe; ev nayê qebûlkirin.”

Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê, Doktor Raid Rifed dawî gazin ji xemsarî û bêhelwestiya rewşnebîr û wezareta rewşenbîrî kir û got, "Xemsarî û nêzîkatiyeke sist di nava rewşenbîran de beramberî êrişên çandî û hunerî yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê heye. Heta niha nekarîne çand û hunerê xelkê Başûrê Kurdistanê biparêzin da ku nekeve bin bandora çand û hunerê Farisî û Erebî. Divê bi semîner, pirtûk, civîn û serdanên cuda cuda, xelkê xwe pê bihisînin, da ku çanda xwe bi pêş bixe û ji bin bandora çandên derve derxe."

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.