- Kemanger: Xwepêşander weke nimûne li dijî wan hêzên xwefiroş xwe diparêzin, li kolanan. Gava ku ew êrişî jinê dikin, civaka deverê hemû êrişê dibe ser êrişkarên xwefiroş. Ew hevgirtina di nava civaka li kurdistanê de û li Îranê bi giştî, niha pirr bi hêz e
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT
Berpirsa Dîplomasiyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger, li ser raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê got, êdî raperîn ketiye merheleya şoreşê. Wê got, gel rêxistinkirî ye, ji ber wê dikare ev qasî dem dirêj raperînê dewam bike. Bi ya wê, hişyarbûna zihnî ya li dijî sîstema mêrsalar û azadiya ku armanca hevpar a jinan û civakê ye, misoger kiriye ku hêzên siyasî jî hev bigirin. Di asta Kurdstanê de ew banga yekîtiya helwêsta jinan û ya civaka Kurd dike û dibêje, xurtbûna parçeyekî, xurtbûna parçeyên din e jî.
Rêxistina we jî KODAR´ê jî got, veger ji raperînê nîne. Çi merheleya pratîkî kir ku ev gotin bê kirin?
Di nava meheke bihurî de pêvajoyeke weke şoreşê qewimî. Yanî ev a diqewime şoreş e û ji şoreşê veger nîne. Divê mirov bi bîr bîne ku hem gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî jî gelên Îranê ne dûrî serhildanê ne. Di dîroka desthilartdariya Îranê de jî pirr tepisandin çêbûne. Jixwe, beriya ev rejîm pêk bê jî, sala 1979´an şoreşek çêbû. Lê belê rewşa civakî, ji ya berê, ya serdema Şahê Pehlewî xirabtir bû. Di nav van 10 salên dawî de jî, me raperînên beşên civakê yên cihê yên weke mamosteyan, xwendekaran, dîtin. Lê ev serhildan ji yên berê gelekî cihê ye. Yek jê meseleya jinê bû. Beriya ku Jîna Amînî li Tehranê bi destê polêsê hîcabê bê şehîdkirin, Şîrîn Resûlî li Merîwanê xwe ji ber zilma hêzên desthilatê ji avahiyê avêt. Van hemûyan zemîn ji bo vê serhildanê çêkirin. Ji Merîwanê dest pê kir li Sine dewam kir. Seqiz bi heman rengî. Niha zanîngehên Tehranê girtin nav xwe. Van zemînek ava kir.
Yanî gelo pêwîstiyek bi şoreşê hebû?
Ev serhildan şerê du paradîgmayan e. Li aliyekî zêhniyeta baviksalar heye, yanî desthilata rejîma Îranê heye. Li aliyê din zêhniyeta gelan a bi hev re jiyanê heye. Ya di qewime ev e. Maneya wê jî ew e ku di asta zêhnî de guhertinên pirr mezin çêbûne. Ev bêhtirî mehekê ye ku gel naçe malên xwe. Di taziyeyên şehîdan de, dayikên şehîdan digot, ji bo me negirîn, bihêlin em biçin şoreşa xwe dewam bikin. Rejîma Îranê ciwanan weke nezan û xeşîm nîşan dide, lê niha tevahiya dibistan û zanîngehan bûne cih û mekanê berxwedanê. Ji keç û xortên dibistanê heta bi xwendekarên zanîngehan, hemûyan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li tevahiya meydanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hev girtin.
Yanî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gihiştiye wê qenaetê ku pêwîstî bi şoreşê heye. Ew li benda desthilatê jî namîne. Niha gelê Rojhilatê Kurdistanê li meydanê şoreşê bi pratîka xwe dimeşîne, di nav xebatê de ye. Ew bi şêwaza grevê, hem jî bi şêwaza îtîraza bîstûçar saetan a li nava kolanan hevgirtibneke mezin çêbû; ji Kurdistanê, heta bi Azerbaycan û Beluçistanê ev çêbû.
Ji bilî meseleya azadiya jinê, babeta duyem jî hevgirtina gelan bû. Siyaseteke desthilata Îranê heye; gelan ji hev parçe dike, da ku desthilata xwe li ser wan tetbîq bike û bemeşîne. Yanî miletên cihê weke, Azerî, Kurd, Fars û wekî din li dijî hev bi kar dianîn. Lê vê carê gelan nîşan da ku ti pirsgirêka wan a bihevrejiyanê nîne.
Axir ew beyannameya KODAR´ê jî ji ber wê yekê ye ku êdî gel nasekine. Yanî êdî li mafê xwe dipirse, dixwaze nasnameya xwe jî diyar bike. Ji bo vê li benda kesî jî namîne. Baweriya gel bi îrade û vîna wî bi xwe heye, ev dike ku heta îro raperînê dewam bike.
Rêxistina xelkê li cihê cih çawa ye? Misêwabûna raperînê çawa hatiye misogerkirin?
Li zanîngehan rewş esas teqiya. Vê yekê kir ku raperîn pirr bi rêxistinkirî be. Bajaran çav li hev dikir. Niha rejîma Îranê înternet qut kiriye. Ji ber du sedeman; sedema yekê ew e da ku ev deng neçe derve. Sedema diduyan jî ew e da ku haya bajaran ji hev nebe û heta di nava bajêr de haya xelkê ji raperînê nebe. Yanî armanc ew e ku birêxistinbûnê asteng bike. Lê tevî vê jî hem li Rojhilatê Kurdistanê ku pêşengê vê xebatê ye, hem jî li tevahiya Îranê, raperîn pirr birêxistinkirî ye. Weke nimûne, heger Merîwan radibe ser piyan, bajarên weke Sine, Kirmaşan û yên din çav lê dikin û heman rêbazan jî bi kar tînin. Jixwe rêxistinên weke KODAR û PJAK´ê jî gelek daxuyanî dan da ku ev raperên bi şêwazên medenî bimîne. Axir heger ev xebat birêxistinkirî nebûya, heta niha wê dewam nekira. Ev rêxistin jî encama xebatên çend salên bihurî ye li Rojhilatê Kurdistanê. Yanî xelk êdî dizane bi rêbazên cihê ka çawa dikare xwe li hemberî desthilatê biparêze û têkoşîna xwe dewam bike.
Me weke KJAR´ê di roja destpêkê de got, potansiyela Rojhilatê Kurdistanê, Îranê bi giştî û nexasim ya jinan heye ku ev serhildan mezin bibe. Desthilatê tevahiya warên civakî û giştî li jinana qedexe kiribûn; beramberî vê jî jinan niha tevahiya warên civakî û giştî kirin warên têkoşînê. Em vê li bajar û gundan, li zanîngehan û li kolanan dibînin, bi şêwazekî pirr birêxistinkirî têkoşîn dewam dike. Gava ku biryar hat dayîn ku dikan bên girtin, li bajaran hemûyan dikan hatin girtin. Yanî ev gel xwedî rêxistin e. Gel bi perspektîfa xwe jî dizane.
Rengên pratîkî yên raperînê niha çi ne? Li kolanan, li dibistanan em çi dibînin?
Desthilatê pirr hewl da ku zextan û qetilkirinan bi hin saziyan ve girê bide û weke munferîd nîşan bide. Piştre jî xwest bibêje, mesele hîcab e, tevî ku dizane mesele pirr cuda ye. Weke xala sêyem jî xwest bibêje, mesele tenê ya bajarekî ye. Li hemberî vê me yek tişt dît, daxwaza gel a azadiyê pirr mezin bû. Ji serhildanên berê tecrûbe girt. Weke nimûne desthilatê got, pirsgirêk a bajarekî, ya neteweyekî ye, lê ev ne wisa ye. Pirsa jinê da nîşan ku tevahiya jinê li Îranê bi zêhniyeteke mêrsalar re rûbirû ne. Ji ber wê jî heta niha jî bi slogana “Jin jiyan azadî” li tevahiya dibistanan meş û xwepêşandan hene. Yanî êdî ew qenaet çêbûye, heta jin azad nebe, civak li Îranê azad nabe.
Xwepêşander weke nimûne li dijî wan hêzên xwefiroş xwe diparêzin, li kolanan. Gava ku ew êrişî jinê dikin, civaka deverê hemû êrişê dibe ser êrişkarên xwefiroş. Ew hevgirtina di nava civaka li Kurdistanê de û li Îranê bi giştî, niha pirr bi hêz e.
Gava ku miletek di warê zêhnî de hişyar bibe, derfetên wî yên zanebûnê pirr zêde dibin. Em behsa şoreşê dikin ji ber ku di asta zêhniyetê de guhertin çêbûye. Ev gel van rêbazan bi kar tîne ji bo ku paradîgmayê bide rûniştandin. Her kes li pişta diruşima “Jin jiyan azadî” ye.
Desthilat bi rastî ji vê ditirse. Ev têkoşîn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî heye. Me niha li Rojhilat û li Îranê çi dît, bajarekî gava dît li bajarên din bi “Jin jiyan azad” doza guhertina fikrî, pradîgmatîk tê kirin, ew jî rabûn ser piyan. Lewma ew di wê qenaetê de ne, heger nebin yek ew ê bi rastî jî yek bi yek biçin.
Ev ji bo tevahiya Îranê wiha ye. Xelkê Azerbaycanê binihêrin çi got, “Azerbaycan hişyar e, piştgira Kurdistanê ye”. Yanî gotin, em bi hev re hene. Li Belucistanê jî heman tişt hebû. Tevî komkujiyê, qetilkirina ciwanên Belucî jî peyama xwe dan: Em palpiştên hevdu ne. Heta roja îro jî bi vî şêwazî hatiye.
Niha ji bo şoreşê ya heyatî ew e ku gelê Rojhilat û yê Îranê di pratîkê de parastina xwe pêk bîne. Dibe ku êriş çêbin, lê ev gel xwedî wê hêzê ye ku xwe biparêze.
Gelo di nava rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê de hevahengiyek heye? Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê gelek caran behsa hebûna tifaqekê dikin.
Li Rojhilat xelkê hev girtibû. Rêxistineke mezin hebû. Gava ev li cihê cih hebe, pêwîst e ku tevahiya rêxistin û partiyan jî palpiştiya wê bikin. Lê rêxistinên jinan, ji Rojhilat û wêde jî ev palpiştiya xwe nîşan dan, li Rojavayê Kurdistanê mesela gava ku ez xwedî li Jîna derkevim, li serhildana Rojhilat xwedî derkevim, esas ez daxwazên xwe tînim ziman. Ji ber wê hevahengî çêbû. Gelek çalakiyên piştgiriyê yên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bi rastî tesîr li Rojhilat kirin. Lewma wan jî meraq dikir, ka gelo wê pişgiriya vê şoreşê bê kirin yan na?
Me weke KJAR gelek caran daxuyanî daye, pêwîstiya me gelekî bi hevgirtinê heye. Gava parçeyekî Kurdistanê bi hêz bibe, parçeyên din ên Kurdistanê jî bi hêz dibin. Yanî heyatî ye ku hevgirtineke me di asta Kurdistanê hemûyî de ava bibe.
Di asta jinan de jî ev yek bi heman rengî ye. Yanî hevgirtineke jinên Rojhilatê Kurdistanê, ya jinên Îranê, ya jinên tevahiya Kurdistanê û di asta Rojhilata Naverast de jî, pêwîst e. Êşeke me ya hevbeş heye, bindestkirina me. Armanca me ya hevbeş jî azadiya me ye.
Ji bo rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û ji bo rêxistinên giştî yên Rojhilat ev rewşa hevahengiyê çawa ye?
Weke KJAR, lê her wiha weke KODAR û PJAK´ê jî me di vê pêvajoyê de helw da bi tevahiya rêxistin û partiyên Rojhilat re peywendiyê deynin. Peywendiyên me bi wan re hene û daxwazên me jî ji wan çêbûne. Pêvajoya şoreşê kir ku peywendî geştir bibin. Erê, cihêtiyên fikrî û rengê xebatê hebin jî, pêwîstiya bi dewamkirina peywendiyan hebû. Ji bo bihêzkirina van peywendiyan jî gavên pratîkî hatin avêtin.
Ji bo şehîd û birîndarên şoreşê ti xebatên we hene gelo?
Weke KJAR em niha biyografiya tevahiya jinên di vê pêvajoya şoreşê de derxin, amade bikin. Em hewl didin hejmar, nav û biyografiyên jinên girtî jî amade bikin. Lê hejmar pirr zaf in û rejîmê derfetên ragihandin û xwegihandina çavkaniyan gelekî asteng kirine, înternet qut kiriye. Ji ber wê hejmarên eseh li ber destê me nînin. Em dizanin ku hejmar gelekî zêde ye.
Gelo ji nerazîbûn û piştgiriya ji Ewrûpayê weke KJAR´ê hûn razî ne?
Em berê xwe didin gelan û piştgiriya wan. Daxuyaniyên siyasetvanan û piştgiriya wan gelek caran tiştekî îfade nake. Lê ya gelan ji bo me giring e. Xwepêşandanên gelê Kurd û gelên din ên li Ewrûpayê moralê jî didin şoreşê.