• QSD´ê jina ciwan a Êzîdî, Roza piştî 8 salan ji destê çeteyên DAIŞ´ê rizgar kir. Piştre bi alîkariya Mala Êzîdiyan a li Rojava, pêr di erefa cejna Xidir Ilyas de Roza gihişt mam, xal, dapîr û xwişk û birayê xwe yên li Şengalê.  

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzîdî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê. Piştî 8 salan jina ciwan a Êzîdî Roza li Rojavayê Kurdistanê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û li Şengalê radestî malbata wê hat kirin. Rozayê got, “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû.”

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li Şengalê bi hezarana jinên Êzîdî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê. Heta niha jî aqûbeta bi sedan ji wan jinan nayê zanîn. Jina ciwan, Roza Emîn Berekat jî yek ji wan jinan bû ku êsîr ketibû dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew revandibû. Roza piştî 8 salan, pêr li Şengalê vegeriya û ew radestî malbatê wê hat kirin.

Merasîma radestkirinê pêr li ber avahiya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî ya li Şengalê pêk hat. Ji ber ku ji malbata wê bav, dayîk xwişk û bira hîna di dest çeteyan de ne û aqûbeta wan nayê zanîn, ew radestî mamê wê hat kirin.

Di dema radestkirinê de dapîra wê Xensê Xelef û Xalê wê Celal jî di nav de gelek Şengalî amade bûn.

Roza Emîn Berekat, di merasîma radestkirina malbatê de wiha behsa wan rojên reş kir: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di jiyana me de roja herî nexweş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişê Şingalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin. Destdirêjiya wan kirin û li bazaran ew firotin.

Îdeolojiya DAIŞ’ê ya li hemberî pêşwazîkirina jinên Êzîdî gelekî xerab bû, ji ber ku ji me re tiştên xeyalî li ser awayê jiyana hevbeş bi DAIŞ’ê re digotin û jiyana bi wan re yek ji wan zehmetiyên herî dijwar bû, cureyên îşkenceya derûnî bi tirsê re dewam bû.” 

QSD´ê ew rizgar kir

Roza wiha behsa rizgarkirina xwe kir: “Ez li Dêrezorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkyeyê, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya QSD´ê û Asayîşê dikim ku em ji destê DAIŞ´ê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn navenda Êzdiyan a li bajarê Kobanê. Min bi berpirsê mala Êzdiyan ê li Sûriyê Şêx Faurek re hevdîtin kir û ez malavahiya wî dikim ji bo alîkariya wî dayî min ku ez anîm navçeya Şengalê li cem malbata min.”

Bi dîtina nefsên mala xwe jî ew gelekî bextewer dibe; “Piştî ku min malbata xwe dît, kêfxweşiya min nayê gotin, lê ji ber ku min dayika xwe nedît, ez hinekî xemgîn im, lê ez ê pêşwaziya wê bikim piştî ku rayedarên pêwendîdar wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin.”

Qenciya we li ser serê min!

Dapîra Roza, Xensê Xelef jî got; “Alîkariya we, qenciya we li ser serê min. Spas dikim ku we keça me anî, gihande me. Ez malavahiya her kesê alîkariya me kirî, dikim.”

Xalê Roza, Celal jî keyfxweşiya xwe bo rizgarkirina Rozayê anî ziman û got; “Roza xwarziya min e û ji gundê Hardan e. Bi tevahiya malbata xwe re ketîbû destê wan. 2 xwişk û birayekî din ê wê hatin. Niha dayîka wê maye, jinbira xwişka min maye, hewiya wê maye. Bavê wê, 2-3 xwişk û birayên wê mane. Ev mehek bû rizgar kirîbûn. Li Rojava li herêma Cizirê li Mala Êzdiyan dima. Îro gihandin me.”

Celal xwest ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî kar û xebatên rizgarkirinê dewam bikin.

Di cejnê de cejneke din

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî, Ferîde Şengalî jî derbarê rizgarkirina jina ciwan de got, “Di van rojên me yên pîroz de, di dema rojiyên Xidir Ilyas de anîna êsîrên me, teslîmkirina keç û jinên me bo malbatên wan, pirr manedar e. Rizgarkirina her keç û ferdekî me yên Êzîdî ji destê wan, ji bo me cejn e. Rizgarkirina vê keça ciwan jî li me pîroz be. Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî ez car din dibêjim, em gelekî minetdarî hêzên YPJ, YPG, QSD û asayîşa Rojava ne ku kar û xebatên rizgarkirina jin û keçên Êzîdî de alîkariyê didin. Em jî keçên hatine rizgarkirin, teslîmî malbatê wan dikin. Dema em vedigerînin jî em teslîmî civaka xwe dikin û wana hembêz dikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL