- QSD´ê êrişa topyekûn ya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ´ê li dijî Rêveberiya Xweser hem li Hesekê û hem jî li bereya Eyn Îsa Til Temirê şikand. Li gorî daneyên piştrastkirî 175 DAIŞ´î û 5 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Endamên çeteya DAIŞ´ê, bi awayekî ku bi dewleta Tirk re koordînekiribe, êrişî Hepsa Xiwêran a li Hesekê kir. Di êrişan de û bersiva QSD´ê û Hêzên Ewlekariya Hundir de di nava sê rojên şer ên ji înê heta yekşemê de QSD´ê da zanîn ku 175 çete hatine kuştin, heps bi temamî hatiye kontrol kirin û bi beşdariya 10 hezar şevanan operasyoneke mezin hatiye destpêkirin. QSD´ê her wiha da zanîn ku 27 şervan jî şehîd bûne. Dewleta Tirk jî di êrişên xwe de li ser xeta Til Temir û Eyn Îsayê de 2 welatî şehîd kirin. 5 dagirkerên ser bi artêşa Tirk jî hatin kuştin li vê bereyê.
Ji Serêkaniyê, Til Ebyad û Iraqê 200 çeteyên xwekuj tevlî êrişê bûn
QSD´ê doh daxuyaniyek li ser encamên êrişa çeteyên DAIŞ?ê ya li dijî Hepsa li taxa Xiwêran a Hesekê agahî dan. QSD´ê da zanîn ku "Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar, di êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtiye û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe li Taxa Xiwêran bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, 20’ê Kanûnê, saet derdora 19:30’î, bi seyareyên bombe barkirî êrişî girtîgehê kirin. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewildana birevin. Derbarê aqûbeta van karmendên me de hîna jî agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbû xwe bigihînin avahiya Fakûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin, pêk hat. Him li taxa Xiwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma, şerê dijwar qewimî û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tesfiye kirin. Cardin li Taxa Xiwêran hin stargehên wan ên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine desteserkirin.
Girtîgeh di bin kontrola hêzên me de ye
Di encama şerê 3 rojan de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tevdîrên pêwîst hatine girtin û hewildanên wan yê revê ji binî ve têk çûne. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hundirê girtîgehê de jî kontrol ava bikin. Lê belê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xiwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xiwêran operasyon dewam dike.
175 çete hatin kuştin
Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re şer kirin, hatin kûştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.
Niha rewş di bin kontrolê de ye û me dest bi operasyoneke berfereh a paqijiyê kiriye, bi tevlîkirina 10 hezar şervanên QSD’ê û hêzên ewlekariya hûndir, ev hamleyeke dijber a paqijkirina DAIŞ’ê ye. Li hember şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hewildanên wan ên tevlîheviyê, operasyoneke berfereh li herêmên Hasekê, Reqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin. Di van 3 rojan de hêzên me yên QSD’ê, her weha hêzên asayîşê û HPC qehremantî û zîrektiyekî mezin nîşan da. Her weha di vê operasyonê de hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê de cih gitine."
HPG´ê da zanîn ku di şer de di nava sê rojan de 27 şervan şehîd bûne.
Bavê DAIŞ´ê jî li Eyn Îsa êriş kir
Dewleta Tirk a dagirker ji bakur ve hat bi hewara DAIŞ´ê ve. Îna bihurî wê maşîneke hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi balefiran bombe kir. Doh û pêr jî wê û çeteyên wê yên dagirker êrişî Eyn Îsa kir. Di topbarana pêr a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundewarê Eyn Îsayê de 2 zarok û 2 jin birîndar bûn. Navên birîndaran jî wiha ne: Nebîl El-Talib ê 2 salî, Rexed Elî yê 15 salî, Suha Îsa El-Feyad ê 21 salî, Bera Omer Hisên ê 18 salî.
Dewleta Tirk û çeteyên wê doh û pêr bi şev bi dijwarî gundên Hoşan, Dixêlîb, Xalidiyê, Dibis û Mielek ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, bajarokê Hîşê, rêya M4, gundên Fatsa, Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê navçeyê jî topbaran kirin.
QSD´ê 5 çete kuştinDest danî ser sîlehên NATO´yê
QSD'ê piştî êrişa pêr a li dijî gundewarên Eyn Îsayê daxuyaniyek da û got, êriş hatiye şikandin û 5 çete hatine kuştin.
QSD´ê li ser çeteyên kuştî sîlehên NATO´yê jî zefkirin. Cenazeyên du çeteyên êrişkar jî di destê QSD´ê de ne.
Di êrişên misêwa yên dewleta Tirk û çeteyên wê de QSD´ê piştrast kir ku li gundên li jor navbirî û rêya M4, 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne, di nava van 2 zarok û 2 jinên li jor navbirî jî hene.
HESEKÊ