QSD’ê şaneyeke DAIŞ’ê tine kir
Sêşem 16 Gulan 2023 - 14:11
Yekîneyên taybet ên QSD’ê operasyonek li bajarokê El Deşîşe yê Hesekê lidar xist. Di encama operasyonê de serçeteyek hat girtin û şaneyek terorê hat têkbirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr xist ku yekîneyên taybet operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê lidar xistiye û di encamê de şaneyeke DAIŞ’ê ji hev xistiye.
Navendê eşkere kir ku operasyon bi desteka hewayî û bejahî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye lidarxistin û di encamê de serçeteyekî şaneyeke terorîst a DAIŞ’ê û kesek gumanbar ê pê re, girtine.
QSD’ê da zanîn ku serçeteyê DAIŞ’ê berpirsê êrişên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê xeter e. Wê her wiha diyar kir ku vî serçeteyî veguhestina şaneyên terorîst hêsan dikir û berpirsê tevgera wan şaneyan li başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê ye.
Her wiha QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de, çek, amûrên teknolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞ’ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN