- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku sala 2021’ê wan 115 operasyon li dijî DAIŞ’ê kirine û hişyar kir ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku sala 2021’ê wan 115 operasyon li dijî DAIŞ’ê kirine û hişyar kir ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyanî belav kir û got, “Operasyonên hêzên me yên li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê sala 2021’ê ji her demê zêdetir xwedî girîngî ne. Di dema ku meclisên me yên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve mijûl bûbûn, serkirdeyên DAIŞ’ê û endamên wê hewl dan sûdê ji mercên ewlekariyê yên nû bigirin, û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, ne tesaduf bû ku êrişên DAIŞ’ê hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk dihatin û dubare ev pêk dihatin.
Reva DAIŞ´iyan asteng kir
Hêzên me û dezgehên ewlekariyê bi awayekî çalak dosyaya girtiyên DAÎŞ’ê bi rê ve bir û rê li ber gelek hewldanên revê girt. Her wiha gelek operasyonên terorîstî li metirsîdartirîn jêdera DAIŞ’ê li Kampa Holê kontrol kirin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di Adarê de, hemleyeke hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn, ku bi dehan endamên wê girtin û gelek çalakiyên muhtemel ên DAIŞ’ê hatin astengkirin.
Di heman demê de hêzên me gelek dorberên piştgiriya çalakiyên terorîstî yên DAIŞ’ê dikin, zuwa kirin û rê li ber şantajên li ser jiyana xelkê girtin.”
Ser sînor hat paqij kirin
QSD´ê di dewamê de got, hêzên wê gelek hemleyên berfireh ên paqijiyê li dijî şaneyên terorîst li ser sînorên Iraq-Sûriyeyê kirine û di hemleya “Wadî Al-Ecîc” a Gulanê de gelek şikeftên serkirdeyên rêxistina terorê û depoyên çek û cebilxaneyê hatine rûxandin.
QSD´ê da zanîn ku wê di 4’ê Sibata 2021’ê de li bejahiya bajarok û gundewarên Dişîşa, kujerên her du rêveberên gel ên bajarokê Dişîşa, Saeda Hermas û Hind El Xidêr girtin û radestî dadgehên peywendîdar kirine.
Bîlançoya 2021´ê
QSD´ê li encamên operasyonên xwe wiha eşkere kirin:
Hejmara operasyonên tekane û hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê: 115.
Hejmara şaneyên hatine jihevdexistin: 93.
Hejmara girtiyên giştî yên endamên şaneyên DAIŞ’ê, yên biguman û kesên destek dane şaneyên rêxistina terorê: 802.
Hejmara kuştiyên rêxistina terorê: 8.
Hejmara êrişên di kêliyên dawî de hatine astengkirin: 47.
Hejmara planên terorîstî yên mezin û metirsîdar ên hatine deşîfrekirin û têkbirin ku plana êrişa li dijî zîndana Hesekê jî di nav de ye: 16.
Bêbandorkirina amûr û heyberên teqemeniyê: 87.
Piştevaniya hêzên QSD´ê girîng e
QSD´ê da zanîn ku ew ê karê hevpar ê bi koalîsyona navneteweyî re li dijî DAIŞ´ê dewam bike. Wê her wiha got piştgiriya bi hêzên QSD´ê re û nexasim jî elaqedarî meseleya dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyên li hepsên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e ji bo ku dadmendî û edalet pêk werin.
QSD´ê bi bîr xsit ku di dema êrişên dewleta Tirk de DAIŞ´ê jî êrişî wan kiriye û got, ev jî nîşan dide ku Tirkiye ji têkbirina DAIŞ´ê aciz e.
QAMIŞLO