QSD´ê li Zirganê 4 dagirker kuştin

Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 10:57

QSD′ê di operasyonekê li gundewarê navçeya Zirganê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 çete hatine kuştin: "Di çarçoveya operasyonên bersivdana rewa û xweparastina li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hêzên me doh erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Mihemed ê ser bi navçeya Zirganê ya li bakurê Hesekê kire hedef, di encamê de 4 çete hatin kuştin û erebeya wan hate rûxandin.

Hêzên me, beriya operasyonê tevgerên çeteyan şopandin, wan amadekariya êrişên li dijî herêm û nuqteyên hêzên me dikir.

Em ê bersivê bidin tevahiya êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û li gorî qanûn û pergalên navneteweyî yên xweparastin û parastina herêmên xwe li dijî tevahiya êrişan tev bigerin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.