- QSD´ê êrişên dagirkeriyê ypên dewleta Tirk li dijî gundewarên Eyn Îsayê şikandin. Li gorî rojnamevan Zana Seydî êriş bi destûra Rûsyayê qewimîne, lê ji ber ku QSD´ê li ber xwe daye, hesabê Rûsyayê jî neçûne serî.
Rojnamevan Zana Seydî dibêje, dewleta Tirk tevî komên paramîlîter dixwaze Eyn Îsayê bi dest bixe û bi vê, pêwendiya Herêma Cizîrê bi Kobanî û Minbicê re qut bike û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike du parçe. Her wiha Seydî, destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Kurdistana Federe a li Başûr jî, ew e ku dor li rêveberiya xweser bê girtin.
Tirkiye tevî komên paramîlîter piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, vê carê jî êrişê dibe ser Eyn Îsayê. Rojnamevan Zana Seydî qewimînên li herêmê ji nêz ve dişopîne. Wî armanca êrişên li dijî Eyn Îsayê nirxandin.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan bi Zana Seydî re axiviye. Seydî ji wî re dibêje, Tirkiye û komên paramîlîter bi hev re di 11'ê Mijdarê de êriş birine ser gundê Mealek ê 3 kîlometreyan dûrî Eyn Îsayê û piştî QSD'ê bersiveke xurt daye van êrişan, dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter derbên giran xwarine û vekişiyane. Seydî dide zanîn ku di êrişan de 18 eskerên paramîlîter hatine kuştin û cenazeyên wan jî piştî hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re hatine dayîn. Seydî dibêje, paşê jî derdora bajêr, taxên li bakurê bajêr û çend gundên nêzî rêya M4'ê bi qasî hefteyekê hatine bomberankirin.
Seydî destnîşan dike ku ji ber ku gundê Mealek li devereke di navbera Eyn Îsa, Kobanî û Minbicê de ye, xwedî cihekî stratejîk e û di êrişên heta 18'ê Kanûnê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye, 14 sivîl û 8 şervanên QSD'ê jî birîndar bûne.
Rûsan destûr da dewleta Tirk dîsa jî nekarî
Zana Seydî, tîne ziman ku Tirkiye û komên paramîlîter di 17'ê Kanûnê de hevdîtinek bi rûsan re kirine û piştî vê hevdîtinê bi balafirên keşfê êriş birine ser gundên Cehbel û Mişrefeyê. Seydî got: "Ev her du gund li rojhilatê Eyn Îsayê ne. Bi qasî 3 kîlometreyan dûrî bajêr in. Dixwazin têkevin van gundan. Di 18-19'ê Kanûnê de ev gund bi dest xistin, lê şervanên QSD'ê careke din ji wan stendin. Li gorî agahiyên bi dest me ketine, heta niha 19 çete hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Li gorî van çavkaniyan, eskerekî Tirk jî hatiye kuştin. Di êrişên li vê derê bi ser neketin. Lê bombebarana wan didome."
Rûsan agirbest da xirakirin
Zana Seydî, diyar dike ku piştî êrişa duyem a 18'ê Mijdarê di navabera QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsyayê de peymanek hatiye îmzekirin: "Li gorî Peymana Soçiyê ya di 22'yê Cotmeha 2019'an de biryara agirbestê hebû. Rûsyayê jî wê wekî garantor bi rola xwe rabûya. Her wiha QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsya, dê li sê nuqteyan agirbest pêk bianiyana. Paşê rûs bi helîkopteran dewriye geriyan. Lê dewleta Tirk bi biryara rûsan agirbest xera kir."
Zana Seydî îdîayên koçberbûna ji Eyn Îsayê li derewê diqelibîne, û dibêje, heta niha kesî ji bajêr koç nekiriye, lê belê fikarên xelkê hene êriş bigihêjin navenda bajêr: "Carinan top li nava bajêr dikevin. Derdora qereqola rûsan jî çend caran hat bombebarankirin. Parçeyên bombeyan li nav qereqolê ketin. Lê heta niha nerazîbûneke cidî nîşan nedane."
Rolên Rûsya û DYE´yê
Rojnamevan Zana Seydî îşaretb bi zext û zorên eskerî yên li ser QSD´ê dike û dibêje, "Dewleta Tirk û çeteyên wê, dixwazin Rûsya bi zext û zorên eskerî tevbigere. Dixwazin bi van zext û zoran Eyn Îsayê radestî rejîma Sûriyeyê bikin. Rûsyayê gelek caran ev yek xwest. Lê belê QSD'ê jî bi awayekî eşkere ev yek qebûl nekir."
Seydî bi bîr dixe ku DYE û Rûsya garantorê agirbestê ne û ji bo polîtîkayên her du dewletan got, "Rûsyayê gelek caran got, 'herêmê radestî me bikin, yan na dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike.' Hêzên Emerîkayê jî dibêjin, 'dibêjin em li benda çûna Trump û siyaseta nû ne, lewma niha em nikarin li herêmê tiştekî bikin.' Rûs jî dixwazin sûdê ji van êrişan bigirin. Cesaretê didin çeteyan. Dixwaze QSD dev ji vê axê berde û teslîmî Sûriyeyê bike. Ev yek, di heman demê de xwesteka dewleta tirk e jî."
Êrişên li Başûr jî li dijî Rojava ne
Zana Seydî li ser armancên êrişên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistana Federe jî dibêje, armanc tinekirina Şoreşa Rojava ye: "Dixwazin bi êrişên li Başûr, dor li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê tengkirin û gava keysê lê bînin, dixwazin tevî PDK'ê derbekê li vê şoreşê bixin. Yanî van hêzan peymaneke werê çêkiriye. Niha bi pesendkirina Rûsyayê, li ber çavê dinyayê êrişê dibin ser Rêveberiya Xweser. Dixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin du parçe. Bi vî awayî ew ê Kobanî û Minbicê bikin hedefa êrişan. Gava mesele hêzên demokratîk bin, yanî gava mesele dijberiya Kurdan be, em dibînin ku hêz hemû digihin hev."
STENBOL