• Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dan zanîn ku wan çeteyên berê çekdar ên DAIŞ´ê dane dest îstîxbarata Iraqê da ku wan bixe ber lêpirsînê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dan zanîn ku wan çeteyên berê çekdar ên DAIŞ´ê dane dest îstîxbarata Iraqê da ku wan bixe ber lêpirsînê.

Ev 100 endamên çeteya DAIŞ´ê di hepsên Rêveberiya Xweser de girtî bûn. generalê hêzên Iraqî Ebdul Emîr el-Şemmarî got, "Vê sibehê (pêr) me 100 terorîst wergirtin".

El Şemarî cihgirê fermadarê kordînasyona operasyonên hevbeş ê Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê ye. Sala 2019´an jî QSD´ê 900 endamên çeteya DAIŞ´ê teslîmî Iraqê kiribûn.

Li gorî texmînan qederê hezar û 600 çeteyên din ên DAIŞ´ê yên ji Iraqê di hepsên Rêeveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî de girtî ne. 

BEXDA