QSDʼê 10 dagirker kuştin

În 23 Cotmeh 2020 - 16:59

  • QSD'ê got, li Eyn Îsayê di şer de şervanên wan 10 dagirker kuştine, gelek dagirker jî di şer de birîndar bûne.

QSD'ê ragihand ku ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Eyn Îsayê, şer qewimiye û di encamê de 10 dagirker hatine kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûne.
QSD´ê bi daxuyaniya xwe got, "Dewleta Tirk a dagirker van rojên dawiyê, êrişên xwe yên li diojî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine, êriş bir ser herêmên sivîlan jî birine, û ji ber van êrişan xisareke madî rû da. Armanc ji van êrişan ew e ku gelê herêmê bide koçberkirin. Di 3 rojên dawî de li xeta Eyn Îsayê êriş li gelek gund û li dijî rêya bejahî ya M4 hate kirin. Di heman demê de balafirên şer û keşfê li ser herêma Eyn Îsayê geriyan.
Di berbanga 21'ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da ku bi dizî derbasî nava navçeya Eyn Îsayê bibe. Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv da û li derdora gundê Seyda şer qewimî. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.