- Êrişên dewleta Tirk a dagirker beriya civîna Çavuşoglu û Lavrov jî dewam kirin. QSD´ê êriş heta niha serketî şikandin û xelkê van herêman ji dagirkeran parastin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê zêde dikin. Êriş doh li dijî gundên Mielik, Mişêrfê û rêya M4 zêde bûn û şervanên QSD`ê jî bersiva van êrişan da. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe gefan li xelkê gundên Şêrawa dixwe ku wan bi darê zorê bide koçberkirin.
Çav li rê ye ku îro wezîrê karê derve yê dewleta Tirk a dagirker, Mevlut Çavuşoglu, bi wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûne. Çawa ku beriya her civîna bi vî rengî diqewime, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê û deverên di kontrola QSD´ê de zêde dike. Rûsyayê doh di ser ajansên navneteweyî îdîa kir ku wê hêzên xwe yên li Eyn Îsayê bi polîsê eskerî xurt kirine. Lê ev xurtkirin li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker heta niha nebûye asteng. Rûsyayê qaşo bang li dewleta Tirk jî kiriye ku êrişên xwe bide rawestandin.
Li gorî çavkaniyên ji Eyn Îsayê yên eskerî û ajansên nûçeyan radigihînin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh jî bi çekên giran û yên ferdî êrişî gundê Mielik, Mişêrfê, rêya M4 û derdora navçeya Eyn Îsayê kirin û hewl dan bikevin gundê Mielik û gund dagir bikin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund da çeteyan. Gava nûçeya me dihat amadekirin êrişên li dijî gund dewam dikirin.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ji wê yekê ye ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4, Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.
Eyn Îsa bajarekî piçûk e, lê gelekî stratejîk e. Heger ew bajar bikeve destê dewleta Tirk û çeteyan, hingî rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut bibe. Ji ber vê ev bû qederê mehekê ku çete hema hema her roj êrişan dibin ser gundên Eyn Îsayê, navenda wê û rêya M4´ê.
Dagirker dixwazin xelkê bidin koçberkirin
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe, gefan li şêniyên gundên Şêrawa dixwe da ku wan bide koçberkirin.
Çavkaniyên ji gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî dibêjin, çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên dewleta Tirk a dagirker gefê li wan dixwin ku ew ê wan bi darê zorê ji gundên Şêrawa ya dorpêçkirî bidin koçberkirin.
Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên Feyleq El-Şam bi fermanên yekser ên îstixbarata Tirk tev digerin. Wan piştî 3 hefteyan a dorgirtina li gundan, gef li şêniyên gundên navçeya Şêrawayê xwarine, û wan gotiye, ew ê wan ji malên wan biqewitînin.
Dixwazin 6 gundan vala bikin
Çavkaniyan eşkere kir ku gef li şêniyên gundên Basûfan, Biyê, Burc Heyder, Kebaşîn û Beradê hatiye xwarin.
Ji 4`ê Kanûnê ve çeteyên Feyleq El-Şamê û koma El-Hemze dor li gundên Biyê, Basûfan û Kebaşîn ên navçeya Şêrawa girtine. Çeteyan di çarçoveya tengavkirina sivîlan de, li wan gundan hemleyên berfireh ên revandinê dane destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiya bi navê Xezalê Menan Hisên a 45 salî ya ji gundê Basûfanê revandibû û çarenûsa wê hîna jî ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta Tirk zarokan jî dike hedef
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li dijî Eyn Îsayê de sivîl û zarokan jî dike armanc. Di encama erişan de bi dehan zarokên ji Eyn Îsa û gundewarên wê hatin qetilkirin û gelek zarok jî birîndar bûn.
Ev demeke dirêj e hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina navçeya Eyn Îsayê didomin û her roj Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin.
Dewleta Tirk û çete ne tenê şervanan dikin hedef, her wiha sivîl û zarokan dikin hedef. Di encama erişên artêşa Tirk û çeteyên wê de bi dehan zarokên ji Eyn Îsa û gundewarên wê hatin qetilkirin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.