QSD û Şamê peyman îmze kir
Şemî 31 Çile 2026 - 03:52

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) naveroka peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin eşkere kir, li gorî peymanê dê hêzên leşkerî ji xetên pêşîn vekişin û 4 tugayên leşkerî werin avakirin, 3 li Cizîrê û yek li Kobanê.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyek weşand û naveroka peymana ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî de hatiye îmzekirin eşkere kir.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
"Li ser bingeha peymanek berfireh, di navbera hikûmeta Sûriyê û QSD'ê de peymanek agirbestê hatiye imzekirin, her wiha der barê entegrasyonek qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî ji her du aliyan lihevhatin hatiye kirin.
Li gorî paymanê dê hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundirîn têkevin navendên bajarên Heseke û Qamişloyê û entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê were destpêkirin. Dê riqeyek ji 3 togayên leşkerî yên QSD'ê were avakirn û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê de, were avakirin.
Li gorî peymanê her wiha dê entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, dê karmendên sivîl werin tayînkirin. Wekî din, li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd û garantîkirina vegera koçberan ji bo deverên wan, lihevkirinek hat kirin.
Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê û pêkanîna entegrasyonê li herêmê û xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welêt e."
NAVENDA NÛÇEYAN















