Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya bi çendekê hatibûn qetilkirin, li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan, hatine girtin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD'ê û got, "Ji bo tola du jinên şoreşger were hilandin, li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh hatiye kirin."
Hate diyarkirin ji ber zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Dêrazorê, 4'ê Sibatê bi tevlêbûna hêzên QSD'ê, YPG, YPJ'ê û Hêzên Ewlehiya Navxweyî operasyon hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev operasyon li çola Dêrazorê û sînorê Sûriyê û Iraqê didome. Van 24 saetên dawî, operasyon li gelek cihên çeteyan hate kirin, gelek cebilxaneya wan hatiye bidestxistin."
QSD'ê di dewamê de got, ''Operasyon didome. Elaqedarî operasyonê, agahiyên berfireh wê çend rojên li pêş bi raya giştî re werein parvekirin."
Çeteyên DAIŞ'ê 22'yê Çile, hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayirê Seîde Feysal El-Hermas û cîgira wê Hinid Letîf El-Xidêr qetil kiribûn. QSD´ê bi vê hemleyê bersiv da vê êrişê. HESEKÊ