QSD nûnertiya me dike

Şemî 4 Çile 2025 - 03:05

Li gel êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê nerazîbûnên gel ên şermezarkirina van êrişan û bangên piştgiriya QSDˋê û berxwedana wan didomin.

Xelkê kantona Tebqa li hember êrişên dijî herêmê teqezî bi yekitiya navbera tevahî pêkhate, etnîkan û hembêzkirina QSDˋê, da. Ji şêxên Tebqayê Endnan El Ilêwî li ser mijarê axivî û got:"Tiştê ku em di vê dawiyê de ji dibînin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê dikin û dixwazin îstîqrar û ewlehiya vê herêmê têk bibin. QSDˋê êriş û niyetên wan eşkere kirin û têk birin. Bi taybet dema çeteyên dagirkeriyê ketine Minbicê gelek komkujî bi serê gel de pêk anîn. Divê hemû pêkhate bi yekîtiyeke xurt li hember vê zilmê û zordariyê bisekinin. Em ji QSDˋê re dibêjin ku destên we sax bin. Em berxwedana jinan a parastina vî welatî silav dikin."

Dilşan Muslim jî li ser berxwedana QSDˋê li eniyên şer axivî û got:"Bi navê min û xelkê kantona Tebqa em têkoşîna QSDˋê li eniyên şer silav dikin. Ew hêz nûnertiya me dikin û me diparêzin. QSDˋê nûnertiya tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, em bi dil û can pê re ne." Her wiha Edle El Ekeş jî got:"Em derdikevin qadan da ku piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan bidin. Em her tim bi QSDˋê re ne."

Em di eniyekê de hevgirtî bin

Xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojane nobeta parastina bajêr di nav Hêzên Parastina Civakê (HPC) de, digirin. Endamê HPC'ê Mihemed Hisên ku di nav dewriyeyê de derdikeve nobeta parastinê, diyar kir ku armanca wan parastina ewlehiya xelkê û aramiya herêmê ye.

Hisên diyar kir ku HPC'ê bi awayekî rasterast bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîneyê dike û bang li xelkê bajêr û bajarokan kir ku herêmên xwe biparêzin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin. Girêdayî wê, xelkp Amûdê û malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji berxwedana QSD’ê re ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û yên DAIŞ'ê, nîşan da. Welatî Seîd Ferso diyar kir ku armanc ji êrişan têkbirina îradeya gelê herêmê û qirkirina wî ye û got:"Pêwist e em hişyar bin û destekê bidin QSD'ê, ji ber ku QSDˋê me û xaka me diparêzin. QSD rûmeta me ye û erkê me jî ew e ku em di yek eniyê de bi Kurd, Ereb, Suryan û Turkmenên xwe hevgirtî bin. Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin." Ebdulbaqî Dawî ku bi xwe bavê şehîd Dijwar e got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tu cudahiyê naxin nav Kurd, Ereb û Suryanan, ew hemiyan hedef digirin. Ji bo têkbirina îradeya me bihaneyên pûç derdixin û rojnamevanan jî hedef digirin."

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.