QSD nûnertiya gelan dike
Duşem 13 Çile 2025 - 03:30
- Nobeta şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê di roja 6ˈan de dewam dike. Şêniyan diyar kirin ku armanca wan a sereke rawestandina êrişan û parastina bendavê ji hilweşandinê ye.
Roja 10ˈê Çile bi sedan şêniyên ji Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan, Şedadê û Amûdê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê bi rê ketibûn. Girseya gel pêr jî ji Tebqayê berî dabû bendavê û gihaşt bendavê û tevî nobetê bû. Mihdî Dixêm ji Şedadê di nava girseya gel a li Bendava Tişrînê de ye diyar kir ku divê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê werin rawestandin û got:"Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê were dûrxistin û destwerdanên wê yên li herêmên me û Sûriyeye bi giştî werin rawestandin. QSDˈê nûnertiya îradeya gelên herêmê dike.’’ Jina bi navê Edla Resûl ji bajarê Dirbêsiyê ye destnîşan kir ku armanca wan a hatina bendavê, parastina bendavê ji êrişan e. Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo beşdarî nobedariya bendava Tişrînê bibin û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin wê ber bi bendavê birêkevin.
Hilweşîna bendavê ji bo gelên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê bi taybetî û ji bo tevahiya Sûriyeyê bi giştî wê bibe sedema karesateke mirovî. Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê, 5 roj in kom bi kom li bendava Tişrînê nobetê digirin.
Bombardûman dewam dike
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Tirk Bendava Tişrîn û gundewarên wê bi çekên giran topbaran dikin.
Agahiyên zêdetir bi dest neketin. Herwiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê başûrê Kobanê devera di navbera gundên Girik û Omerik de bi dijwarî topbaran dikin.
Di nava artêşa Tirk de DAIŞ’î
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan de êrişî Bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê dikin. Şervanên QSDˈê ji bo pêşgirtina li êrişan berxwedaniyê dikin.
Çeteyên DAIŞˈê jî cihê xwe di nava van êrişan de digirin. Ji wêne û dîmenên ku çeteyan parve kirine, sembolên DAIŞˈê li ser cilên wan xuya dibin. Lê tevî vê yekê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê bêdeng e. Vê dawiyê wêneyekî du çeteyan li ser medyayên civakî belav bûn. Di wêne de çeteyê bi navê Diyaedîn El Îsa yê ji bajarê Babê heye û li ser cilê wî sembola DAIŞˈê xuya dibe.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN