QSD'ê operasyon bir ser dagirkeran

Şemî 26 Mijdar 2022 - 01:32

Dewleta Tirk a dagirker ji 19´ê Mijdarê û vir ve êrişê dibe ser binesazî û amûrên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê. Ji bilî zirara mezin a madî, gelek welatî şervan jî şehîd bûn. QSD´ê doh bi du daxuyaniyan da zanîn ku wê operasyonên bersivdayînê li dijî baregehên artêşa Tirk li dar xistine. Di van operasyonên QSD´ê de 12 leşkerên Tirk û 14 çeteyên wan hatine kuştin.  

23'ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker navenda gazê ya gundê Siwêdiyê yê gundewarê Dêrikê yê kantona Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de ji 3 turbînên gazê 2 û ji 6 turbînên petrolê 5, ji xizmetê derketin. Her du turbînên mayî jî zirar li wan bû û bi vî awayî elektrîk ji ser navenda navçeyên Koçerat, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û bi sedan gundên van bajar û navçeyan qut bû.

 

Dagirker li gelek deveran hatin şikandin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh bi daxuyaniyên cihê da zanîn ku di çarçoveya mafê parastina rewa de 12 leşkerên artêşa Tirk û 14 çeteyên wê hatine kuştin. Ji bo bersivdayîna bi şev a 24´ê Mijdarê, QSD´ê got, “Roja 24`ê Mijdarê bi şev, li gundê Bobî yê ser bi Zirganê çeteyên dagirker hewl dan ku êriş bikin. Bi bersivdayîna hêzên me di navbera hêzên me û çeteyên dagirker de şer qewimî.

Di şer de 2 çete hatin kuştin. Ti windahiyên me di vî şerî de çênebûn. Piştî şer çete vekişiyan gundê Um Işbê. Hêzên me li hember vê koma çeteyan operasyonek bi çekên giran li dar xist. Di encama vê operasyonê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di encamê de bi giştî 6 çeteyên dagirker hatin kuştin.” 

QSD´ê da zanîn ku hêzên wan di 5 rojên dawîn de hewldanên artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirkirina herêmê şikandine.

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên kantona Şehbayê, navçeyên Şêrawa û Şera yên kantona Efrînê topbaran kirin. Artêşa Tirk 11 gund û cih li kantona Şehbayê topbaran kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.