Hêzên ewlehiyê li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê komeke sîxuran tevî berpirsê wê "generalê piçûk" ku agahî didan dewleta Tirk, girt.

Hêzên ewlehiyê kesên ji bo dewleta Tirk kar dikirin, şopandin û di encamê de koma îstixbaratî ya ku ji 28 kesan ku yek jî di nav de jin e, girtin.

Endamên koma îstixbaratê ya ku hêzên ewlehiyê girtin, li xwe mikur hatin ku ew ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê dixebitin, agahî ji nuqteyên leşkerî yên li herêmê, navendên rêveberiyê, kesayetên di nava hêzên leşkerî û rêveberiyê de kom dikirin û dişandin ji artêşa Tirk re. ew her wiha li xwe mikur hatin ku wan bi piştgiriya MÎT´ê li Eyn Îsayê gelek teqîn kirine.

Berpirsê komê beriya ku biçe Sûriyê, li gelek kampên sîxuran ên li Tirkiyê perwerde bûye. Navê "Generalê  Piçûk" li vî kesî hatie kirin.
Kesên di vê koma îstîxbaratê de hatin girtin ev in: Mihemed Casim Hesûn (Ebû Esaf), El-Mutesim Billah Hemîd El-Hebîb, Mihemed Casim Yehya, Ehmed Casim Yehya, Hesen Mihemed Ibo, Salih Hesen Ebdullah, Raşid Hisên Şerîf, Neda Mistefa El-Ibo, Îbrahîm Remezan Xelef, Îmad Hesen Elî yê bi navê (Şengalî) û bi eslê xwe ji Iraqê ye, Ebdulezîz Zêd El-Salim ê bi navê (Doşka), Ebdulezîz Îsa Casim, Elî Şêx Diêbis, Ehmed Elî El-Xidir, Mensûr Xefan ê bi navê (Ebû Dêr), Îbrahîm Mihemed El-Telcî yê bi  navê (Sêf), Ebdil-Muimin Iwês Mûsa, Ziyad Mihemed El-Telcî, Elî Hisên El-Casim, Şehûd Mihemed El-Emûrî, Mihemed Îdan El-Hiwêdanî, Ebdulmecîd Mihemed Şihab, Ebdullah Silêman Silêman, Hisên Mihemed Reşîd, Ebdulrezaq Elî Heman, Xidir Nurdîn Sadiq, Îsa Ebdul Îsa û Xelîl Zahir Mihemed Elî.

EYN ÎSA