- QSD´ê li Til Hemîsê du endamên çeteya DAIŞ´ê girtin.
QSD`ê du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê li navçeya Til Hemîsê ya li başûrê Qamişloyê girtin.
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, hêzên QSD`ê, tevî Kooalîsyona Navneteweyî, du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê girtine.
QSD`ê got, operasyon li herêma Til Hemîsê ya başûrê kantona Qamişloyê pêk hatiye û bi çeteyan re, cebilxane û madeyên teqemeniyê jî hatine desteserkirin.
ANHA/QAMIŞLO