Qoser û Hezex dijî qeyûm rabû
Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 00:24
Li Qoserê ji bo piştgiriya Meşa Rêzgirina li Vînê ya li Stenbolê dest pê kiriye, meşa hat lidarxistin. Polîsan êriş birin ser meşa li Hezexê
Li Stenbolê Meşa Rêzgirtina li Rûmetê hate destpêkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo piştgiriyê bidin meşê, li navçeya Qoserê meşek li dar xistin.
Girseya li pêşiya Şaredariya Qoserê kom bûye ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin xespkirinê” hate vekirin,
Sedema pirsgirêkan tecrîd e
Di meşê de gelek caran dirûşmên “Qeyûm dest li îradeya me nede”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin. Serokê DEM Partiya Mêrdînê Mehmet Mehdî Tûnç piştî meşê bal kişand ser texrîbatên qeyûm. Tûnç destnîşan kir ku hemû pirsgirêk çavkaniya xwe ji tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan digirin û anî ziman ku divê ji bo çareseriyê, deriyên Îmraliyê werin vekirin.
Piştî axaftinê 5 deqe çalakiya rûniştînê hat lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşman dawî bû
Li Hezexê polîsan êrîş anîn
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê jî ji bo piştgiriya meşa li Stenbolê meş li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Mêrdînê, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Hezex, Cizîr û Silopiyayê, xwestin li pêşiya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê ber bi pêşiya şaredariyê ve meşekî li dar bixin.
Lê belê polîsan meşvanan asteng kir. Meşvanên bi biryar li dijî astengiyê li ber xwe dan û piştî demekî êrişa polîsan pêk hat. Polîsan Hevşaredara Hezexê Dogan Adibelî bi mertalên xwe birîndar kirin. Adibelî demekî kin li erdê ma û piştre bi ser xwe ve hat. Girseyê bi gotina “Hûn ê hesabê bidin” bertek nîşanî polîsan da. Herî dawî girse di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xist.
MA