Qonaxa destpêkê bi dawî bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:54

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2ˊyê Adara 2024ˊan de dest bi avakirina muzexaneyê kir, da ku sûcên li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema serweriya çeteyên DAIŞˊê de û sûcên dewleta Tirk a dagirker, bên belgekirin. Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê ji aliyê derve ve 4 mehan dewam kir. Desteya Çand û Şûnwaran wê qonaxa duyemîn di çend rojên pêş de dest pê bike. Di wê qonaxê de wê muzexane ji aliyên hundirîn ve bê tamîrkirin, wêne, alav û delîlên sûcên çeteyên DAIŞˊê belge dikin, li muzexaneyê bên pêşandan. Muzexane li kêlek Parka Îstîqlalê (Serxwebûn) ya li taxa Îstîqlalê ya li beşa bakurê Reqayê ye. Dirêjahiya muzexaneyê 16 metre û kêmberiya wê 4,5 metre ye. Muzexane ji 3 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de folklora herêmê ji cihên rûniştinê û alavan heye, beşa duyemîn ji bo pêşandana fotografên sûcên li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û di beşa sêyemîn de pêşangeha peykerên biçûk ên cihên şûnwarî yên li Herêmê hene. Li gorî hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf armanca avakirina muzexaneyê belgeyî, pênaseyî û vegotina bûyerên li herêmê qewimîne û wiha got:"Ew ê muzexane bibe şahidê wan sûcan û bêdengiya cîhana derve li hember sûcên li dijî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.