Qirkirina siyasî dewam dike
În 2 Hezîran 2023 - 00:33
Di pêvajoya piştî hilbijartinan de HDP û pêkhateyên wê ketine pêvajoya xwerexnekirin û rexneyan a elaqedarî encamên hilbijartinê. Herçî dewleta Tirk e, hêza motor a di nava tevgera Kurd de û her wiha di nava HDP´ê de dike hedef.
Polêsên Tirk li Izmîrê, şeş endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Izmîrê, pêr bi şev li navçeya Menemenê kirin nezaretê. Polêsan pêşî rê girt li ber wesayîta ku Ugur Yildiz, Mustafa Yalçin, Emre Yalçin û Harûn Yakaç lê siwar bûn, û ciwanê tê de kirin nezaretê. Hêzên dewleta Tirk Abdurrahîm Kaymaz û Ozkan Çakal jî li Menemenê di encama serdegirtina kargehê de kirin nezaretê. Di dema serdegirtinê de paceyên kargehê hatin şikandin.
IZMÎR