• Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihandin ku hêz û milîsên ewlekariyê yên Etiyopyayê li herêma Tîgrayê di asta “paqijiya etnîkî” û “sûcê li dijî mirovahiyê” de binpêkirinên mafên mirovan kirine.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihandin ku hêz û milîsên ewlekariyê yên Etiyopyayê li herêma Tîgrayê di asta “paqijiya etnîkî” û “sûcê li dijî mirovahiyê” de binpêkirinên mafên mirovan kirine. Ev rêxistin û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo peyva qikirinê (genocide) zêde bi kar neînin, peyva “paqijiya etnîk” bi kar tînin. Tevî ku mesele ne paqijiye û ne jî etnîk e. Esasê meselê qirkirina kom, netewe, cemaetekê ye.

HRW û Rêxistina Efûya Navneteweyî raporeke hevpar amade kirin û diyar kirin ku sivîlên Tîgrayî bûne hedefa ‘kampanyayeke paqijiya etnîkî ya bêrehm’.

Li vê herêma li bakurê Etiyopyayê yekîneyên alîgirê hikûmetê û hêzên Tîgrayî ji Mijdara 2020’an ve şerê hev dikin.

Li gorî raporê, di dema operasyona yekîneyên Etiyopyayê de bi sed hezaran kes ji Tîgraya rojava bi qemyon û otobusan hatin dersînorkirin yan jî ji zilma hêzên ewlekariyê reviyan. Ev zilm ji aliyê rêveberiya herêmî û cihî ve bi destavêtin, kuştin, talankirin û bêparhiştina ji alîkariya mirovî hate kirin.

Rapora bi sernavê “Em ê vê xakê ji we paqij bikin” hate weşandin. Rapor dibêje, “Ev êrişên birêkûpêk ên li dijî nifûsa sivîl a Tîgrayiyan, li gel sûcê şer her wiha sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Herdu rêxistinan xemsariya hikûmeta Addîs Ababa şermezar kir û got, ev operasyon bi “daxwaz û tevlîbûna hêzên federal ên Etiyopyayê” hate kirin.

Şerê li Tîgrayê, piştî ku Serokwezîr Abiy Ahmed ji bo têkbirina rayedarên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) leşker şandin herêmê, dest pê kiribû. 

NAVENDA NÛÇEYAN