• Xelkê herêma Firatê, bi hezaran daket meydanan û li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xelkê herêma Firatê, bi hezaran daket meydanan û li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin û sloganên "Bijî berxwedana Îmralî, bê Serok jiyan nabe û azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re" gotin.

Li Qada Şehîd Egîd hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim îşaret bi berxwedan gel a li dijî dijmin kir. Mislim got, yekane rêbaza li peyxwehiştina qonaxa dijwar ew e ku li ser bingehê projeya demokratîk tev bigerin.

Mislim bang li pêkhateyan kir da ku dakevin qadan û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan were şikandin û di aliyê fîzîkî de rizgar bibe û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi projeya vegeradina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî, li pêşberî raya giştî qirkirina etnîk dike, lê em ê heqê xwe bi destê xwe bistînin."

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêran, Letîfe Silêman jî got: "Li dijî êrişên li ser me, dive em zêdetir têbikoşin, dewletên desthilatdar aştiyê ji gelê herêmê re û bi taybet ji Kurdan re naxwazin."

Xwepêşandêr piştre çûn serdana Konê Serketinê. Konê Serketinê pêr bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla û hemleya seferberiya giştî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêmê ve hatibû vegirtin.

ANHA/KOBANÊ