Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê (KCÊ-E) bernameya çalakiyên ji bo Şengalê eşkere kir. Çalakî tên çêkirin, seba naskirina fermana 3’ê Tebaxê weke jenosîd, pejirandina statuya Şengalê, rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî û darizandina bersûcên qirkirinê.
Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye: ”Şingal û xelkê Şingalê, li aliyekî di warê alikariya mirovî û jinûve avakirinê de tenê tê hiştin, li aliyê din jî, li dijî wan pîlanên qirkirin û ji holê rakirina îradeya azad a civaka Êzdî tên lidarxistin û birêvebirin. Bi vê armancê dewleta Tirk a dagirker û qirker, hikûmeta Iraqê û PDK di navbera xwe de, bi piştgiriya hinek hêzên navneteweyî, di 9‘ê Cotmeha 2020‘an peymanek derbarê Şingalê de, bêyî Şingaliyan û civaka Êzdî de pêk anîn.
Tevahiya civaka Êzdî, bi taybetî jî civaka me a li Şingalê vê pîlan û peymana 9’ê Cotmehê, ‘Fermana Qanunî’ bi nav dike û ev nêzî deh meh in li dijî wê bê rawestandin, di nav berxwedan û têkoşînê de ye û bi ti awahî peymana 9‘ê Cotmeha 2020‘an qebûl nake.
Piştgiriyê bidin Şengalê
Bi rasthatina salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, di serî de ji bo pêşigirtina peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, bicihanîn û misogerkirina Xweseriya Şingalê, parastin û mezinkirina Asayîşa Êzîdxanê, rizgarkirina hemû dîlên ku aqûbeta wan ne diyar, naskirina fermanê wek jenosîd û pêngava dîplomasiyê, xwe tevlî pêvajoyê bikin, têkoşîn û berxedana xwe mezin bikin. Di 7’emîn salvegera fermanê de, li her dera Ewropayê derkevin qadan, cangorî û qurbaniyan bi bîr bînin. Em bang li Iraqê dikin ku Xweseriya Şingalê, rêveberî û statûya wê, di çarçoweya destûr û yasayan xwe da nas bike. Dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker berde, li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a li ser Şingalê derkeve û dev jê berde civaka Êzdî bi tehdîtên Erdogan bindest nihêlê. Her weha bang li hemû hêzên cîhanê jî dikin ku fermanê wekî jenosîda Êzdiyan’ nas bikin, piştgiriyê bidin daxwaza statû û xweseriya Şingalê Li dijî êriş û gefên li ser civaka Êzdî û Şingalê dawî li bêdengiya xwe bînin û bes piştgiriya bidin dewleta Tirk û PDK‘ê.
Li ser vî esasî, em bang li hemû civaka xwe, gelê Kurd, Kurdistanî û dosten civaka Êzdî dikin ku di salvegera 7’an a fermanê de, li her derê cangorî û qurbaniyên fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an bi bîr bînin û bi hemû hêza xwe, tevlî çalakiyên ku wê di navbera 1- 7’ê Tebaxê de, li gelek navendên Ewropa, bi taybeti jî li Elmanya têne lidarxistin bibin!”
Bernameya çalakiyan
Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên wiha ye:
Celle
01 û 2.08.2021
Saet: 16:00-18:00
Cih: Steckbahn
Hannover
03.08.2021
Saet: 17:00
Cih: Hauptbahnhof
Bîelefeld
02.08.2021
Saet: 16:00-18:00
Cih: C&A Bielefeld
03.08.2021
Saet: 17:00
Cih: Hauptbahnhof -Bielefeld
Bremen
02.08.2021
Saet: 19:00
Cih: Hauptbahnhof
Wesel
02.8.2021
Saet: 15:00-18:00
Cih: Berliner Tor
Wesel
03.8.21
Saet: 17:00
Cih: Berliner Tor Wesel- Domplatz-Wesel
Walsrode
03.08.2021
Saet: 18:00
Cih: Lange str 22, 29664 Walsrode
Berlîn
03.08.2021
Saet: 12:00
Cih: Platz der Republik - Berlîn
Munster
03.08.2021
Saet: 18:00
Cih: Hauptbahnhof-Münster
Saarbrucken
03.08.2021
Saet: 18:00
Cih: Europagalarie- Saarbrücken
Aurich
07.08.2021
Saet: 14:30
Cih: Marktplatz - Aurich
BERLÎN