Qirker li Stenbol û Şirnexê li ser kar in
Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 04:03
Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina sîyasî dewam dikin. Doh li Stenbol û navçeya Şirnexê Cizêrê, polêsên dewleta Tirk bi ser malan de girt û 9 kes kirin nezaretê.
Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsînê de ku bi destê Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê hatibû destpêkirin, derheqê 12 kesan de ku endam û rêveberên HDP’ê ne, biryara kirina nezaretê hat dayîn. Piştî biryarê polêsên Tirk li 8 navçeyên Stenbolê bi ser malan de girt. Polêsan 4 kes kirin nezaretê.
Heman rojê, polêsên Tirk li taxa Nûrê ya Cizîrê bi ser malan de girt û 5 kes li Midûriyeta Polêsan a Cizîrê kirin nezaretê. Sedema êrişên li Cizîrê nehat zanîn.
Kesên ku li Stenbolê polêsan ew kirin nezaretê ev in: Rêveberên HDP’a Bajar a Stenbolê Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi û xebatkarê ewlehiyê yê HDP’a Stenbolê Mûstafa Tûrgût û Hevserokê HDP’a Beyoglûyê Mehmet Saît Bor.
STENBOL/ŞIRNEX