• Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, diyar kir ku di 3 mehan de zêdetirî 300 xwendekaran ji Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan sûd wergirtiye û got, armanca wan ew e ku bîra qeyûman hewl da tine bikin, zindî bihêlin.

Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, diyar kir ku di 3 mehan de zêdetirî 300 xwendekaran ji Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan sûd wergirtiye û got, armanca wan ew e ku bîra qeyûman hewl da tine bikin, zindî bihêlin.

Şaredariya Silopiyayê yek ji 6 şaredariyên HDP´ê ye ku dewleta Tirk bi qeyûman dagir nekiriye. Hevşaredarên vê navçeya Şirnexê, Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk xizmeta xelkê navçeyê didomînin. Yek ji van xizmetan jî Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan e. Pirtûkxane Tîrmehê hat vekirin, û bûye cihê xwendekarên dibistanê. Pirtûkxaneya li Kolana Huner e 1600 berhemên dîrok, wêje, felsefe, çand û ziman tê de hene û 34 xwendekar bi hev re dikarin têde bixebitin. 

Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk got, hejmara ciwanên dixwînin her diçe zêde dibe û wioha dewam kir, “Ji ber ku pêwîstî bi cihekî heye ku xwendekar karibin bi hêsanî bixebitin û xwe bigihînin pirtûkan, me pirtûkxane vekir. Malbatên me qelebalix in. Dibe ku derfetên xwendekarên me yên li malên xwe bixebitin, tine be. Weke şaredarî me xwest derfetekê bi şêweyê hem salona xwendinê hem jî pirtûkxaneyekê peyda bikin da ku derfetên xwendinê ji xwendekaran re peyda bikin.”

Şavlûk, sedema navê pirtûkxaneyê Mîr Celadet Elî Bedîrxan jî wiha rave kir: “Karê destpêkê yê qeyûmê Şaredariya Sêrtê, hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan bû. Qeyûm, dixwazin navên ku dîrok û nasnameya gel in, bi de jibîrkirin. Me xwest bi vekirina pirtûkxaneyeke bi heman navî, li navçeya me vê dîrokê û vî navî zindî bihêlin." 
 
Pirtûkxaneyeke din

Şavlûk da zanîn ku di nava meh û nîvekê de zêdeyî 300 xwendekaran ji pirtûkxaneyê sûd wergirtiye û agahî da ku ji bo zêdetir xizmetê bidin ciwan û xwendekaran, amadekariyên pirtûkxaneyên nû dikin.  

Berpirsyara pirtûkxaneyê Aynûr Yesûgey a 26 salî jî got, “Her roj bi dehan xwendekarên dibistana navîn û lîseyê tên vê derê. Her roja ku diçe hejmara xwendekaran zêde dibe.”

Aysel Yesûgey a 20 salî, amadekariya zanîngehê dike, ew dibêje, her roj saet di 08.00’an de tê pirtûkxaneyê û heta êvarê dixebite. Wê xwest ku dema ew dersan dikin, dewrên xwe dixwînin, mamosteyek hebe da ku alîkariya wan bike.

ŞIRNEX