Qeyûm nenaskirina îradeyê ye

În 6 Kanûn 2024 - 02:15

ROZA METÎNA / AMED

Endama Meclisa Şaredariya Rezana Amedê Xecê Guneş a li dijî tayinkirina qeyûman bertek nîşan da bi lêv kir ku qeyûm nenaskirina îradeyê ye û wiha got:” Ev sê serdem in hilbijartin çêdibe. Dîsa jî ev sîstema heyî şerm nake û bi zilmê, bi zorê qeyûman tayinî şaredariyên kurdan dikin. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ku Gelê Kurd, bi dilê xwe îradeya xwe teslîm nake. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”

Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiya Rihayê hatibûn kirin. Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin, rûniştina doza Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hat dîtin. Di danişînê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak hat birîn. Dîsa di 29’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Miksê ya Wanê hat kirin. 

Têkildarî tayinkirina qeyûman, armancên vê yekê û têkoşîna li dijî zihniyeta qeyûman Endama Meclisa Şaredariya Rezana Amedê Xecê Guneş nirxandin kir.

Qeyûm nenaskirina îradeyê ye 

Endama Meclisa Şaredariya Rezana Amedê Xecê Guneş di destpêkê de da zanîn armanca tayinkirina qeyûman nenaskirina îradeya Gelê Kurd e û wiha got:”Dema ku ev îrade îradeya Gelê Kurd be ev sîstem tu carî qebûl nake. Dibêjin em ê hilbijartinê çêbikên, em ê sindoqadan deynin lê belê bê dilî min be ez dîsa qebûl nakim. Ev sê serdem in hilbijartin çêdibe. Dîsa jî ev sîstema heyî şerm nake û bi zilmê, bi zorê qeyûman tayinî şaredariyên kurdan dikin. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ku Gelê Kurd, bi dilê xwe îradeya xwe teslîm nake. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”

Qeyûm dibêje bila jin nebe îrade

Xecê Guneş da zanîn qeyûm di destpêkê de êrişî destkeftiyên jinan dike û wiha dewam kir:”Dema qeyûm tê tayinkirin di heman demê de di destpêkê de destkeftiyên jinan dikin hedef. Ji ber zihniyeta qeyûm û zihniyeta dewletê eynî ye loma êrişî jinan dikin. Me li Mêrdîn û Êlihê jî dît ku mêr tayinî muduriyetên jinan kirin. Mêr li vir kirin peywirdar. Ji ber zihniyeta qeyûm û dewletê divê bila jin tenê li malê bin, zarokan bînin, xwarinê çêbikên û xizmetê bikin. Dibêjin bila îradeya jinê tune be. Ev zihniyet jinan wekî kole dihesibîne. Qeyûm dibêje bila jin nebe îrade.”

Hevserokatî xeta me sor e

Xecê Guneş di heman demê de bi lêv kir ku bi pergala tayinkirina qeyûman pergala hevserokatiyê jî dibe hedef û wiha pê de çû:”Zihniyeta qeyûm ji ber tu carî jin û mêr wek hev nabîne loma jî êrişî pergala hevserokatiyê jî dike. Çimkî hevserotî nûnertiya wekheviyê ye. Ew her tim dibêjin bila mêr serdest be û jin jî bindest be. Lê belê em jî dibêjin hevserokatî xeta me sor e.  Em ê pergala hevserokatiyê li hemû qadên jiyanê bi cih bikin û bidin qebûlkirin. Hevserokatî yek ji destkeftiyên me yên herî mezin e. Em ê li her derê biparêzin.”

Qeyûm şaredarî kiriye qada rantê 

Xecê Guneş her wiha bal bir ser nelirêtiyên qeyûman ên li şaredariyan û wiha dewam kir:”Qeyûm şaredarî kiriye qada rantê. Dibêje ez ê çawa îhaleyan bi dest bixim ez ê çawa diziyê bikim, ez ê çawa talan bikim. Qeyûman hemû şaredarî wêran kirin û tiştek tê de nehiştin. Şaredarî ji bo xizmeta gel e lê belê qeyûman tu xizmet ji gel re nekiriye. Tenê dora xwe dewlemend kiriye. Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin da ku tu xebatê neke. Bi vê re jî dixwaze Gelê Kurd û DEM Partiyê bînin hemberî hev.”

Têkoşîna jinan mezin dibe 

Xecê Guneş da zanîn li dijî qeyûman û li dijî neheqiyên ku tên kirin têkoşîna jinan mezin dibe û wiha got:” Jin îro li cîhanê bûnin pêşeng û li her derê belav bûne. Em vê yekê pîroz dibînin. Jin li dora dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tên gel hevdu. Me dît ku ev dirûşm ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin. Tu dixwazî me hemûyan bila têxin girtîgehê lê belê em ê dev ji vê dirûşma xwe bernedin. Jin jiyan e û em ê tu carî nehêlin ew jiyana me tarûmar bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.