Qeyûm navê Nûda guherand
În 18 Sibat 2022 - 22:24
- "Li hember me feraseteke ku bi dijminatî êrişê dibe ser çand û ziman heye.
Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagir kiriye, navê Navenda Çandê ya Nûdayê ku berê 49 xebatkarên wê ji kar derxistibû, guherand, kir Navenda Çandê ya Hacibekîr.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci derheqa vê yekê de got: "Li hember me feraseteke ku bi dijminatî êrişê dibe ser çand û ziman heye. Heya ev feraset li wir be, dê navê navendên çandê biguherîne, dê her tişt bike kavil. Helbet dê hesabê vê yekê bidin gel. Gelê me dê piştî vê pratîkê dê di çarçoveyeke demokratîk de hesabê van tiştan bipirse."
WAN