Qeyûm li Êlihê 4 kes kuştin 

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 23:20

Li Êlihê Lalîxan Guner a 54 salî û sê neviyên wê yên 1 ta 9 salî, li ber lehiyê çûn û xeniqîn. Derket holê ku qeyûmê dagirker, ser kanala avê ya li rex mala wan bi betonê girtiye û heger ser kanalê bi betonê nehata girtin, ev mirov wê nemiribana. 

Ji ber barana zêde beriya bi sê rojan êvarê li Taxa Seyîtler (Sehîdan) a Êlihê lehî rabû û Lalîxan Guner û nêviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) ên li ber lehiyê çûn, mirin.

Lalîxan Guner û her sê neviyên wê yên cenazeyên wan piştî çend saetan hatin dîtin, li mala di Kolana 3062’yan de bûne, gava ava lehiyê daye ser xênî, dîwarê xanî hilweşiyane û ew li ber ber lehiyê çûne.

Malbatên li kuçeyê, yanê kesên di 13 xaniyan de dimînin, hemû xizmên hev in. Malbat piştî lehiyê niha li wargehan hatine bi cih kirin.

Felemez Guner ê ku ji malbata wî 4 kes mirin ji bo bûyerê got, "Saet 23.30’î baranê  zêde kir. Min ji zarokan re got ‘haya we ji we hebe, cihê me ne xweşik e’. Mala zarokekî min li vir e. 3 zarokên wî hene. Ji mala wî ber bi aliyê me ve av hat. Av hemû kete hewşê. Bûka min û zarok li wir bûn. Ez çûm, min zarok wergirtin. Bûka min jî bi lawe xwe re reviya. Bûka min a din û 4 zarokên wê man li wir. Ez didim qîran, kes nîne. Zarok rabûn ji mala xwe derbasî wir bûn û derî şikandin, bûka min û zarokên wê xelas kirin. Min li mala ku pismamê min lê dimîne nêrî cenaze hatin. Cenazeyên pîrê û neviyên wê.”

 

Hewar dereng ma

Guner wekî din got, tîmên alîkariyê dereng çûne cihê bûyerê: “AFAD piştî ku me xwe xelas kir hat. Di dema xwe de negihiştin, ne dewlet ne jî kesên din. Piştî ku me cenazeyên xwe xelas kirin û av sekinî, hîna nû hatin.”

 

Ser kanalê girtine!

Guner got, kanala avê ya li rex mala wan, serê wê bi betonê hatiye girtin û ev yek bûye sedemê mirina xizmên wî: “Heke ew kanal vekirî bûya, av nedihate vir. Ji ber ku serê wê bi betonê girtine, av rasterast hate vir. Tiştekî ecêb e, şaredariyê çawa wisa kiriye, ez nizanim. Ava kanala ku valahî lê nemaye, dê biçe ku? Kê ev kiribe, sedema mirina van mirovan ew e. We mala min xera kir.”

Hate zanîn ku di dema rêveberiya qeyûm de serê kanala avê ya li taxê bi betonê hatiye girtin. 

Guner, diyar kir ku di rewşeke zor de ne û xwest: “demildest ji vê rewşê xelas bin. Cihekî ku zarokên min lê razên nîne, em 40 kes in. Li vir 13 mal hene, 6 mal bi temamî hilweşiyan. Yên din jî nikarin bên bikaranîn. Em alîkariyê dixwazin.”

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.