Qeyûm ji dostê xwe re dişixule
Şemî 27 Sibat 2021 - 04:00
Qeyûmê ku şaredariya Amedê dagirkirî Munir Karaloglu, li Kayapınarê 18´ê Kanûna bihurî bi milyonek û 85 hezar lîreyan bazara berhemên organîk vekir. Ji bo firotina berheman jî wî malpera www.diyarbakirorganikpazar.com vekir. Xwediyê Ajansa Ragihandinê ya RNA´yê Îsa Baydaroglu wê malperê bi rê ve bibe. Qeyûmê dagirker ji wî re dibêje "dostê min". Bi ser halan de wê ti heqê hiqûqî yê şaredariya Amedê li ser birêvebirina malperê nebe.
Li bazara li jor behsa wê kirî, 24 dezgeh wê hebin. Firotina di ser înternetê re hem ji bo nava Tirkiyeyê û hem ji bo derveyî Tirkiyeyê ye. Mafên navê malpera "www.diyarbakirorganikpazar.com"ê şaredariyê kirîne. Lê şirketa RNA siberojê, gava ku qeyûm biguhere, dikare vî navî bi bihayê dixwaze bifiroşe, yan jî malperê bigire.
Qeyûm ji dostê xwe re berê hin "qenciyên" din jî kiribûn. Şaredariya Bajarê Mezin konserên dengbêjan ên li ser înternetê yên bi navê "Her mal navendeke çandê ye" li dar dixistin. Qeyûm sêwirandina dîtbarî ya konseran daye şirketa "dostê" xwe RNA´yê.
AMED